Di Konferansa Jineolojiyê de civaka komînal hate nîqaşkirin
Di roja duyem a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa de avakirina civaka komînal a demokratîk hate nîqaşkirin.
Navenda Nûçeyan – Konferansa Jineolojiyê ya têkildarî nexşerêya dema nû, lî bajarê Haelen ê Hollandayê dewam dike. Di roja duyem a Konferansê de ku nêzî 150 delege beşdar bûne, avakirina civaka demokratîk a komînal, veguherîna îdeolojiya rizgariya jinê ber bi hêza polîtîk ve û pêşxistina rêxistinbûna civakî hate nirxandin.
Ji derveyê xebatkarên Jineolojiyê, meclîsên jinan û nûnerên rêxistinên komînan, saziyan, çapemeniyê, bawerî, çand-hunerê û dayîk tevlî konferansê bûn. Di roja duyem a konferansê de têkildarî rêxistinbûna dema nû nîqaş hatin kirin.
Di rûniştina duyem a bi sernavê “Avakirina Civaka Demokratîk a Komînal: Di derbasbûna ji Îdeolojiya Rizgariya Jinê ber bi Polîtîkbûna Rizgariya Jinê ve rola Jineolojiyê” de akademîsyen Dilara Dîrîk, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek û endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya semîner dan. Piştî semîneran delegeyan têkildarî pêşxistina rêxistinbûna civakî nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.
‘Civak divê tevlî pêvajoyê biryardayînê bibe’
Akademîsyen Dilar Dîrîk têkildarî sosyalîzma reel semînerek da û bal kişand ser astengiyên zihniyetê ya li pêşiya veguherîna civakî û lêgerînên rêxistinbûna nû û got: “Divê fêrbûnên heyî û zihniyeta sîstema mêrê desthilatdar bê derbaskirin û sosyalîzma reel ji ber rastiya xwe lêpirsîn nake, çêkerên hiyerarşîk ava dike. Civak divê tevlî pêvajoyê biryardayînê bibe û ji bo pêdiviyên xwe alternatîfan pêş bixe. Divê kooperatîf û aboriya alternatîf bê pêşxistin. Ji bo pêşxistina rêxistinbûnên nû divê jiyana komînal bi kelecan û afirêneriyê bê nirxandin.”
Di nîqaşan de pêşniyar hatin kirin
Bi moderatoriya endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya nîqaş hatin kirin û behsa şopandina encamên xebatên perwerdeyê, derbaskirina nêzîkatiyên hiyerarşîk û burokratîk, tevlîbûna ciwanan a rêxistinbûnan û avakirina têkiliyên demokratîk hate kirin.
Di nîqaşan de pêşniyar hate kirin ku ji bo pêdiviyên ciwanan û zarokan bername bên pêşxistin, rêxistinbûn were mezinkirin û xebatên perwerdeyê bên domdarkirin.
‘Divê hêzek rêxistinkirî bê bidestxistin’
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek bi sernavê “Îdeolojiya Rizgariya Jinê wê çawa veguhere hêzeke polîtîk a rêxistinkirî; Jineolojî di vê veguherînê de bi kîjan zanist, rêbaz û amûran cih digire?” semîner pêşkêş kir. Di semînerê de avakirina civaka komînal a demokratîk û rola azadiya jinê ya di vê pêvajoyê de hate nirxandin.
Meral Çîçek diyar kir ku ji destpêka tevgera azadiyê û vir ve jiyana komînal di bingehê feraseta rêxistinbûnê de cih digire û got: “Civaka komînal a demokratîk di roja me de girîngiyeke hîn mezintir bi dest xistiye. Sîstema kapîtalîst girêdanên civakî lewaz kiriye û ji bo parastina nirxên civakî, jiyanê û siberojê divê rêxistinbûna komînal bê xurtkirin.”
‘Misogeriya bingehîn a jiyana civakî exlaq e’
Meral Çîçek bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û da zanîn ku gelê Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe pêdivî bi rêxistinbûneke xurt dibîne û got: “Di kurbûna pirsgirêkên civakî de qelsbûna rêxistinbûnê bi bandor e. Li hemberî tundî, xwekujî, krîza aborî, pirsgirêkên nasnameyê yên ciwanan û windakirina nirxên çandî divê torên piştevaniyê bê xurtkirin. Misogeriya bingehîn a jiyana civakî exlaq e. Nabe têgeha exlaqê bi têgihiştina ‘namûsê’ ya mêrserwer re bê tevlîhevkirin. Mebesta me ji exlaqê; pîvanên jiyaneke baş, bedew, rast û azad e. Veguherîna civakî tenê bi têkoşîna azadiya jinan pêkan e. Divê civaka komînal a demokratîk li ser bingeha azadiya jinê bê ava kirin.” Meral Çîçek, bal kişand ser girîngiya beşdariya zêdetir a jin û ciwanan a di nav rêxistinbûnê de.
Bingehên rêxistinbûna komînal a demokratîk
Meral Çîçek, destnîşan kir ku divê rêxistinbûna komînal a demokratîk vîna civakê esas bigire û got ku nîqaşa hevpar, biryardana bi hev re û pêkanîna biryaran a bi pêşengiya jin û ciwanan divê bibe pîvan û wiha got: “Demokrasî tenê bi hilbijartinan pêk nayê. Divê hişmendiyeke rêxistinbûnê ya ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bê pêşxistin. Divê komîn li gorî pêdiviyên hevpar bê cem hev û di navbera xwe de têkiliyên demokratîk ava bikin. Divê jin ne tenê di asta nûnertiyê de, bi fikir û şêwaza jiyana xwe jî tevlî veguherîna civakî bibin. Jineolojî di ji nû ve avakirina civakê de bingehê zanistî û îdeolojîk ê girîng e. Divê azadiya jinê di jiyana rojane û têkiliyan de cih bibe.”
‘Jineolojî dikare piştevaniya di nava jinan de xurt bike’
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, jî got ku di avakirina civakeke nû de divê ramana dogmatîk bê derbaskirin û hilberîna zanîna hevpar bê pêşxistin. Elîf Kaya, diyar kir ku Jineolojî dikare têkoşîna hevpar û piştrevaniyê ya di navbera jinên welatên cuda de xurt bike.
Pêşniyarên nû yên rêxistinbûnê
Di konferansê de delegeyan anîn ziman ku divê azadiya jinê bibe hêzeke siyasî û şêwaza rêxistinbûnê yên heyî bên pêşxistin. Pêşniyar hat kirin ku qadên hevdîtinê yên jinan bên zêdekirin û xebatên ku beşên cûda yên civakê digire nava xwe, bên dewlemendkirin.
Her wiha hat diyar kirin ku li hemberî tundiya li ser jinê û qirkirina jinan divê komîteyek taybet bê avakirin. Hat pêşniyarkirin ku ji bilî civaka Kurd, ji bo beşên cuda yên civakê jî xebat bên xurtkirin.
Rûniştina duyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi nirxandin û pêşniyarên ji bo rêxistinbûna demê bi dawî bû. Hat ragihandin ku konferans dê bi rûniştina sêyemîn dewam bike.