Di Konferansa Jinan a Cîhanê de Jineolojî hat nîqaşkirin

Li Tûnisê xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê berdewam dikin. Jinan atolyeyên zanista jinê “jineolojî” û rola jinên Kurd di azadiya jin û civakê de û rewşa jinê di qadên şer û pevçûnan de, kirin yek atolye û banga avakirina tevna xebatê kirin.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Tûnisê berdewam dikin. Jinan atolyeyên zanista jinê “Jineolojî” û rola jinên Kurd di azadiya jin û civakê de û rewşa jinê di qadên şer û pevçûnan de, kirin yek atolye û banga avakirina tevna xebatê û hewldanê kirin. Her wiha ji bo şermezarkirina binpêkirinên li ser jinên Filistînî, Kurd û Êzidî çalakiya protestoyê hate organîzekirin.

Beşdaran li ser rola jinan di nava hêzên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Her wiha tekezî li ser rûbirûbûna hemû şêweyên tundî û destdirêjiyên zayendî û rûbirûbûna desthilatdariya baviksalarî bi şiyanên taybet ên jinan hate kirin.

“Kongra Star karîbû jinên ji hemû pêkhateyan kom bike û jiyana wan birêxistin bike”

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Menal Mihemed bal kişand ser cihêkariya di mûçeyên jin û mêran de li herêmê de û sûcên li Ewropa û Afrîkayê li dijî jinan tên kirin û wiha got: “Em şoreşeke demokratîk dixwazin û pêwîste jin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re mînak bigirin ji bo ku rastiya xwe nas bikin û mafên xwe bi dest bixin û rewşa xwe baştir bikin. Gelek şoreş li cîhanê çêbûn lê şoreşa Rojava pir girîng e ji ber ku bi rêya wê jinan xwe bi rêxistin kirin û bûn sembol. Ev rizgarî û serkeftina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şopandina ramana Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Têkoşîna me jî ew e ku em nûnertiya jinan di pêkhateyên cuda de berfireh bikin. Divê xebatên jinan li hemû cîhanê bê rêxistinkirin. Ji bo parastina jinan û ji ramanên paşverû rizgarkirin divê xebat bên kirin. Kongra Star karîbû jinên ji hemû pêkhateyan kom bike û jiyana wan bi rêya komîteyên ku hemû aliyên jiyana wan diparêzin birêxistin bike.”

“Jineolojî zanistek e ku dikare jiyana jinan baştir bike”

Rohilat Arif a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “Atolyeya me li ser danasîna pirsgirêka Kurd bi taybetî jina Kurd bû, lê me giranî da zanîna zanista jinan û bertek erênî û teşwîqkar bûn û beşdaran gelek meraq dikirin ku li ser wê yekê zanibin, ji ber ku ev tiştekî nû ye ji bo herêmê. Zanista jinê xizmeta hemû jinan dike. Pêdiviya me hemûyan bi vê zanînê heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxeke taybet a jineolojiyê, gundekî jinan û navendên lêkolînê yên vê zanistê hene û ji welatên Ewropî û Amerîkaya Latîn re jî vekirîbûneke berfireh heye. Ji bo belavkirina vê zanistê li Rojhilata Navîn îradeyek mezin heye û navendek ji bo lêkolînan hatiye avakirin, lê dîsa jî hewlên mezintir hewce dike, ji ber ku ev zanista ku di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat pêşkêşkirin, li herêmê û cîhanê nû ye. Jineolojî dîtinek nû û rêgezek cihêreng a nîqaşkirina pirsgirêkên civakî yên heyî ye.”

Ji aliyekî din ve, komek jin ji bo şermezarkirina binpêkirinên li ser jinên Filistînî, Kurd, Êzidî û Suryanî çalakiya protestoyê li dar xistin û bang li civaka navneteweyî kirin ku binpêkirinên ku bandorê li wan dike sûcdar bike û sûcdaran ceza bike.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên bi gelek zimanan yên ji bo azadiya Filistîn û Kurdan û azadiya jinên girtî hatin hildan.

“Rêjîmên faşîst li hember berdewamiya destdirêjiya li ser jinan tu îtîrazê nabînin”

Di çalakiyê de banga yekitiya ji bo xizmetkirina doza mafdar a jinan hat kirin û li hemberî polîtîkayên binpêkirina mafên jinan rawestin û wiha gotin: “Rêjîmên faşîst li hember berdewamiya destdirêjiya li ser jinan tu îtîrazê nabînin, ji ber ku ev reftarên êrîşkar xizmeta berdewamiya desthilatdariya wan dikin ku armanca wan ev e.”