Di keştiya alîkariya ji bo Xezayê de jinek Kurd

Di keştiya Madleen a ku ji bo Xezayê bi rê ket û rastî mudaxaleya Îsraîlê hat fe, jinek Kurd a bi navê Yasemîn Acar jî heye. Yasemîn a ku li Almanyayê dijî, diyar kir ku ew guh dide wîjdana xwe.

Xeza – Keştiya Madleen ku ji bo alîkaryê bibe Xezayê ji Îtalyayê bi rê ket, rastî mudaxaleya artêşa Îsraîlê hat. 12 aktîvîstên di keştiyê de bûn, ji Frans, Almanya, Tirkiye, Brezîlya, Îspanya û Swêdê hatibûn. 12 aktîvîst ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin binçavkirin. Di nav wan de jina bi navê Yasemîn Nacar a Kurd jî heye.

Yasemîn beriya ku bê binçavkirin, vîdeoyek kişand û wiha got: “Dê û bavê min pir tirsiyan. Gotin neçe, ewê tiştek bê serê te. Min jî ji wan re got 'we min wiha mezin kir. We got di riya rastiya ku tu dizanî de her tim guh bide wîcdana xwe. Ez jî vaye tiştên ku we gotibû, pêk tînim. ”

Yasemîn Acar kî ye?

Yasemîn Acar, aktîvîstek Kurd a 37 salî ye. Li Almanyayê hatiye dinê. Malbata wê penaber bûye. Ji 15 saliya xwe ve ji bo penaberan, mafên mirovan û li hember Îslamofobiyê têdikoşe. Ev demeke dirêj e ku ji bo têkoşîna Filîstînê destek dide. Binçavkirina Yasemîn, bû sedema nerazîbûna parazvanên mafên mirovan ên navnetewî.