Di kêliya dawî ya emrê xwe de Xezayê xêz dikir

Wênexêz Frans (Amine) el-Salmi ya li Xezayê di 30’ê Hezîranê de di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, di kêliya dawî ya jiyana xwe de jî wêneyê hêviyê xêz dikir.

RAFFED ASLIM

Xeza – Hunermenda dîtbarî Frans (Amine) el-Salmi dema kefenê keçek ku ji xwînê sor bûye boyax dikir, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî kafeya El-Baka hatî pêkanîn de hat qetilkirin. Di 30’ê Hezîranê de li peravê Xeza, malbata xwe, dostên xwe û karên xwe yên nîvco maye li pey xwe hişt û nizanibû ku boyaxa dawî dike. 

‘Her tim li ser dîwar wêne xêz dikir û rengê wê diguhert’

Alaa Al-Jabrî ku hevala hunermenda dijîtal û asankirina hunera îfadeyê Frans (Amine) el-Salmi ye, derbarê wê de axivî. Alaa diyar kir ku Frans el-Salmi ji aliyê hemû havalên xwe gelek dihat hezkirin û gotibû ku ew aşiqê deryaya Xeza ye û got: “Piraniya berhemên xwe rûniştî temam kir, çavên wê di navbera wêne û pêlên deryayê de diçû û dihat. Odeya xwe wek qada xwe ya xêzkirina taybet didît, her tim li ser dîwar wêne xêz dikir û rengê wê diguherand, ji ber dema derî digirt, ew derî êdî qadek wê ya bi ewle bû.”

‘Bi derfetê kêm gelek berhem çêkir’

Alaa El-Cabrî da zanîn ku Frans el-Salmi di berhemên xwe de her tim çêkirina peykaran çêtir didît, gelek qadên arkeolojîk û turîstîk li Zîvala Xeza hê şahidiyê ji hunera wê re dikin û got: “Karîkatur, wêneyên dîwar, xêzkirina karekteran, ji derveyî gelek berhemên din ên hunerê yê jê hez dikir hebûn. Xwe bi mijarek diyar re sînordar nedikir, berovajî wê li gorî hunermendên jenerasyona wê bi çavkaniyên gelek kêm û di asta rekor de berhem çêkir. Di heman demê de atmosfera şanê Frans el-Salmi gelek kêfxweş nekiribû. Dema berhemek havalek xwe didît, yan jî dema telefon digirt destê xwe yan jî li cihekê dema îmzeya xwe didît gelek bandor dibû. Lê belê ev cûreyên berheman di malpera xwe ya medyaya dijîtal de parve nedikir. Piştre îqna bû, tenê hinek di vê berhemê de weşand.”

‘Wêneyên wê gelek deng veda’

Alaa anî ziman ku di nava berhemên Frans el-Salmi ku li kolanên Xezayê dengek vedaye de wêneyên tuwal û bi taybetî kompozîsyonên ku fîgurên mirovek mirî û mirovek dijî tîne ba hev, ji ya rast nedihat ferqkirin, hîsa ku wek du kes bi hev re wêne dikşînin bû. Alaa got “Wêneyên dîwar yên bi rengê akrî yên asan çêkirî, dengek mezin vedan. Gelek nîşanên pirsê yên ku çawa ev cûrên rengane bikar aniye û berhemên ewqas bi şanazî derxistiye holê, derxist.”

‘Li ser projeyek dixebitî’    

Alaa destnîşan kir ku Frans gelek berhemên nivco mayî li pey xwe hiştiye û wiha got: “Li gel rêzdar rojnamevan Îsmaîl Ebu Hatab ku bi hev re di heman êrîşê de hatin qetilkirin, li ser projeyek huner, xûliqkar û hêza xeyalan zorî dike dixebitîn. Hinek ji van xebatan li ser medyaya dijîtal parve kirin û lê belê konsepta vê proje û naveroka berheman eşkere nekirin.”

Alaa diyar kir ku dema ji dostên xwe yên hunermend Frans el-Salmi xatira dawî dixwest wek berfê sar bûye, wek her demê negiriyaye, neqêriyaye, tu bertekek nîşan nedaye û got: “Ew hêminbûna ku hemû kes qilqilîn dikir û hevalên wan ên di 20 salî de di demên pêş de kesê ku destpêkê biçe wê ew be texmîn dikir bû.”

Li ser vê Alaa hewl da dirêj dirêj behsa wê bike, di ruyê wê de bişirînek sexte bicîh kiribû.

‘Dema hewl dida paçê zilmê rake hat qetilkirin’

Alaa El-Cabrî wiha behsa nîqaşa di navbera wê û Frans de kir: “Bavê wê navê pirîka wê lê kiribû. Lê belê mamê wê, jê re gotibû Françoise Casteman. Françoise, aktivîsta Fransa ku di operasyona di sala 1984’an de fedaiyan lidar xistî de mirî, ye. Bi vî awayî navê wê girt. Dema hewl dida bi pacê bêedaletî û zilma li bajarê Xezayê rake, hat qetilkirin.”