Di ‘karneya kîmyewî’ ya Tirkiyeyê de çi heye?

Dibêjin ku karneya çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê paqij e. Wê demê daneyên ku hene çima ji nedîtîve tên dîtin? Çekên kîmyewî li ku û bi çi rengî hatin bikaranîn? Rêxistinên navneteweyî çi gotin? Em ê di vê nûçeyê de bersiva van pirsan bidin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Di êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de bikaranîna çekên kîmyewî di van rojên dawî de di rojevê cihekî girîng girtin. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniya xwe diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Başûrê Kurdistanê di operasyonên ku li Garê dest pê kir, li Zap, Avaşîn û Metînayê de, çekên kîmyewî yên ji gazên bi jehrî çêdibin di qada navneteweyî de hatine qedexekirin bi kar aniye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku TSK’ê di tevahiya sala 2021’ê de, 367 car “bombeyên qedexe” û “çekên kîmyewî” bi kar aniye û di van êrîşan de 46 şervanan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên şervanên ku di êrîşên dawî de bi çekên kîmyewî jehrî bûbûn jî hatin parvekirin. Seroka Yekitiya Tebîbên Tirk Şebnem Korur Fîncancı jî di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku wê dîmenên deqeyên dawî yên şervanan lêkolîn kiriye û difikire ku çeka kîmyewî ya pergala sinêrê hedef digre hatiye bikaranîn. Şebnem Korur Fîncanci her wiha bang kir ku heyetek serbixwe biçe lêkolîn bike û ji ber van daxuyaniyên xwe hat girtin. Ji derveyî wê kelek sazî û kesan jî xwestin ku lêkolîn li ser vê yekê were kirin.

Pisporan li cihê bûyerê lêkolîn kirin

Bijîjkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleer (International Physicians for the Prevention of Nuclear War- IPPNW) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve raporek amade kir. IPPNW ji Îsvîçre û Almanyayê komek di 20-27 Îlona 2022’yan de li Herêma Federal a Kurdistanê lêkolîn kir. Di vê lêkolînê de Serokê IPPNW yê Îsvîçreyê Dr. Josef Savary û endamê şêwirmendiya zanistê yê IPPNW yê Almanyayê ku di heman demê de çekên kîmyewî û biyolojîk ên di dema Sedam de lêkolîn dikir Dr. Jan van Aken beşdar bûn. Di encama lêkolînê de rapora ku bi sernavê “Gelo Tirkiye Peymana Çekên Kîmyewî îhlal dike? hatibû amadekirin pêşkêşî raya giştî hat kirin.

'Delîl hatin dîtin'

Di rapora ku di 12’ê Cotmehê de hat weşandin de hat gotin ku “têkildarî îhlala peymana çekên kîmyewî hinek delîl hatine dîtin.” IPPNW her wiha ji bo daneyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî werin lêkolînkirin, bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons-OPCW) û Neteweyên Yekbûyî kir. Li aliyê din di raporê de hinek delîl bi wêneyan hatin parvekirin.

Gelek caran xwestin lêkolîn were kirin

Berê jî gelek jinên ku li welatên cîhanê tên nasîn û ji komên pîşeyên cuda ne hatibûn ba hev, nameyek nivîsandibûn û xwestibûn Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî berpirsyariya xwe bi cih bîne û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê aştêşa tirk ve lêkolîn were kirin. Daxwaza di vê nameya ku îmzeya 65 jinan tê de hebû cara yekem nebû. Berê jî gelek caran hatibû diyarkirin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta di parlamentoyên hinek dewletan de, parlamenteran xwestibûn mijar were lêkolînkirin û ji bo vê yekê pêşniyarpirs pêşkêşî hikumetan hatibû kirin.

Mufetîşên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî di sala 2019’an de de têkildarî îdiayên fosfora spî ya ku hêzên tirk li dijî zarokan bi kar anîbû diyar kirin ku têkildarî vê yekê agahiyên wan çêbûne lê di dawiyê de diyar nekiribûn ka dest bi lêpirsînê kirine yan na.

Înkarkirina bikaranîna çekên kîmyewî

Her çendî rayedarên tirk bibêjin “îdia rast nîn in” jî tiştên diqewimin û daneyên heyî bikaranîna van çekan nîşan didin. Dibêjin “Karneya çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê paqij e” lê di esas de têkiliya wê ya bi çekên kîmyewî ya ku heta niha nav lê nehatiye danîn, ji salên 1990’î ve heye û bikaranîna wan wisa kêm jî nîn e. Çekên kîmyewî çi ne? Çawa tên bikaranîn? Bi kîjan peymanê hatiye qedexekirin? Kîjan welat zêde çekên kîmyewî bi kar tînin? Em ê hewl bidin di vê nûçeyê de bersiva van pirsan bidin.

'Em nikarin îdiayan lêkolîn bikin'

Peymana Pêşîgirtina Çekên Kîmyewî (CWC) weke hevpeymana qedexekirina hilberîna çekên kîmyewî, hilanîn û bikaranînê hat nivîsandin. Hevpamana ku di sala 1993’yan de hat îmzekirin, Tirkiye di 12’ê Gulana 1997’an de bû alîgir. Hevpeyman ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) vê tê birêvebirin lê ev rêxistin hê jî bêdengiya xwe ya ji bo Tirkiyeyê didomîne. Herî dawî li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyewî rêxistinê gotibû; “Heta ku dewletên endam daxwaza lêkolînê nekin em nikarin li van îdiyan lêkolîn bikin.” Parlamenterê Partiya Çep ê Almanyayê Gokay Akbulut, ji bo OPCW bikeve tevgerê dest bi hewldanan kir. Endamê Meclisa Federal Gokay Akbulut ji nûnerê OPCW yê Almanyayê Thomas Schieb re name şand û bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve û sûcên çekên kîmyewî li Dijî Şerê Atomê û rapora Yekitiya Bijîjkên Navneteweyî (IPPNW) û dîmenên şervanên Kurd ên ji çekên kîmyewî jehrî bûbûn.

Çi qedexe ye çi nîn e?

Çekên kîmyewî yên di gelek şer û êrîşan de tên bikaranîn, di laboratuarên ji rêze de bi sed cureyên cuda tên hilberandin. Li gorî çekên konvansiyonel, hilberîna wan erzantir e. 192 welatan Peymana Çekên Kîmyewî îmze kirine. Îsraîl, Misir, Koreya Bakûr û Sudana Başûr peyman nepejirandin. Bi peymanê hilberîn, debokirin û bikaranîna çekên kîmyewî tê qedexekirin. Her wiha divê welat, nîşan bidin ku stokên wan ên çekên kîmyewî li ku ne û li ku hildiberînin.

Li ku hatin bikaranîn?

Xerdela kukurt (sulfur) cara yekem di dema şerê cîhanê yê yekemîn de bi awayê zêde li bajarê Belçîka Ypresê hat bikaranîn. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn, gazên bi jehr ji aliyê Almanya Fransa û Îngîltereyê ve hatin bikaranîn û bûn sedema ji milyonek zêdetir mirin û birîndarbûna kesan. Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de nêzî 3 milyon Yahûdî ji aliyê Naziyan ve li kampanên Auschwitz Chelmnoyê hatin qetilkirin. Di 16’ê Adara 1988'de gazên kîmyewî li Helebçeyê hatin bikaranîn û di wê êrîşê de zêdetirî wan jin û zarok herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn. Li Japonyayê di sala 1995’an de endamên terîqetek, gaza sarînê avêtin nava metroyek û 13 kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bombeyên bi gazên sarîn û klorê hatibûn çêkirin, di dema şerê Sûriyeyê de her dem hatin bikaranîn, bi hezaran kes mirin û gelek jî birîndar bûn. Li Sûriyeyê tesbît ku DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne. Di Tebaxa 2013’an de rêveberiya Beşar Esad li herêma Guta ya Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek bi çekên kîmyewî pêk anî. Di wê êrîşê de ji hezar û 400’î zêdetir kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşa ku bi gaza sarînê hat kirin, bi carekê bû sedema mirina bi sedan kesan ev yek jî wek cara yekem bi êrîşek kuştina hejmarek zêde kesan ket qeydan. 

Li Tirkiyeyê daneyên bikaranîna çekên kîmyewî

Li Tirkiyeyê di êrîşên bi çekên kîmyewî de gelek caran dane hatin tesbîtkirin. Di çend salên dawî de diyar bû ku TSK’ê di pevçûnan de çekên kîmyewî bi kar aniye her wiha di dema qedexeya derketina derve de jî gazên bi jehrî hatin bikaranîn. Çend ji mînakên wan wiha ne:

*Li nêzî gundekî Silopiya Şirnexê di şerekî ku di 11’ê gulana 1999'an de derket de 20 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Lêkolîna ku di laboratuara krîmînal a li Almanyayê de hat kirin bi rapoperek hat diyarkirin ku materyal (tup) di nava xwe de madeyên kîmyewî dihewîne û gaza kîmyewî ye dibe sedema mirinê.

*Li Çelêya Colemêrgê di sala 2009'an de hat îdiakirin ku 8 gerîla di pevçûnek de bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Parêzvanên mafên mirovan ên Alman û siyasetmedaran xwestin lêpirsînek navneteweyî were destpêkirin, Zanîngeha Hambûrgê jî bi raporek tesbît kir ku TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye. Têkildarî bûyerê pirsporek bi navê Hans Baumann wêneyên ku di bûyerê de derketibûn holê lêkolîn kir û îsbat kir ku wêne rastî ne û Nexweşxaneya Zanîngeha Hambûrgê jî bi raporek diyar kir ku gerîla bi îhtîmalek mezin bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin.

*Di 31’ê Temûza 2011'an de di pevçûnek ku li Şemzînana Colemêrgê derket de li ser bedena gerîlayê bi navê Bedran Kaya yê jiyana xwe ji dest dabû şopa guleyan tunebû, kesên cenaze şûştibûn diyar kiribûn ku çermê wî radibû vê yekê jî nîşan da ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

* Li Çelêya Colemêrgê li Geliyê Kazanê di 19’ê Cotmeha 2011’an de 24 gerîlayên PKK'ê di şerek de jiyana xwe ji dest dabûn, kesên ku bûbûn şahid diyar kiribûn ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

'Li Cizîrê çekên kîmyewî hatin bikaranîn’

Daneyên berbiçav ên têkildarî çekên kîmyewî zêdetir di sala 2016’an de derketin holê. Di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Piştî bidawîbûna operasyonan Hevseroka HDP’ê ya wê demê Fîgen Yuksekdag ku bi heyetek re lêkolîn dikir diyar kir ku gumana wan heye çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Li Efrînê bijîjkan tesbît kirin

Di destpêka êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê de diyar bû ku bombeya napalmê hatiye bikaranîn. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî vê yekê îdia kiribû. Her wiha rayedarên li herêmê diyar kiribûn ku di destên wan de delîl hene û bang li raya giştî ya navneteweyî kiribûn ku lêkolîn bikin û li dijî Tirkiyeyê tişta pêwîst e bikin. Li Efrînê di êrîşa hewayî ya li dijî gundek de 6 sivîl birîndar bûbûn. Bijîjkan tesbît kiribûn ku kesên birînar nikarin bêhnê bigrin û bîbikên çavên wan mezin dibin loma jî tesbît kirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.  

Bandorên çekên kîmyewî çi ne?

Gazên kîmyewî her yek li gorî cureyên xwe zirarê didin pergala sinêrê ya navendî, bêhgirtin û hucreyên xwînê. Çekên kîmyewî yên ku pergala bêhngirtinê texrîb dikin û nahêlin bêhn were girtin, dibin sedema jehrîbûn, krîza dil û mirinê. Sarîn û tabûn ku wekî gazên sinêrê ten binavkirin, bandorê li ser pergala sinêrê ya navendî dikin, dibin sedema bêhişî, korbûn û felcê. Gaza sarînê dibe sedema xwêdana zêde, lihevketina mîde û vereşanê. Gaza sarînê di sala 1938’an de ji aliyê kîmyagerê Alman Gerhad Schrader ve hat dîtin û di dema Naziyan de Almanyayê hat bikaranîn. Gaza sarînê bê reng û bê bêhn e û ji ber ku pir bi bandor e û zû belav dibe pir tê tercîhkirin. 

Bombeya qirêj çi ye?

Di demên dawî de bi taybetî bi şerê Rûsya-Ukraynayê re yek ji mijarên ku zêde ket rojevê “bombeyên qirêj” bû. Bombeya qirêj tê wateya teqemeniyên ku di nava wan de malzemeyên radyoaktîf hene. Dema ku diteqe, madeyên radyoaktîf bi hewa dikevin. Radyoaktîfa rafîne ku asta wê zêde ye û di bombeyên nukleer de tê bikaranîn. Ev bomba pir bi erzanî tên çêkirin. Divê li cihê ku werin teqandin herêm bi tevahî vala be. Bombeyên qirêj wekî çekên xwedî texrîbata zêde tên zanîn. 

Kîjan welat bi nukleeran di rojevê de ne?

Çekên nukleer jî hêmanên ku ji bo cîhanê xeter in tên dîtin. Du welatên ku bi çekên nukleer tên binavkirin DYA û Rûsya ne. Baş nayê zanîn ku li cîhanê çiqas çekên nukleer hene lê hinek lêkolîn hejmarên wan nêzî hev nîşan didin. Tê texmînkirin ku hejmara çekên nukleer 14 hezar û 995 e. Ev çek gelek caran weke hêzeke ku pêşî digre tên dîtin. Li gorî Enstîtuya Navneteweyî ya Stokholmê (SIPRI) û Federasyona Zanyarên Amerîkayê (FAS) li 9 welatan çekên nukleer hene.

Welatên ku çekên nukleer li wan hene ev in:

Rusya: Di serê lîsteyê de welatê ku xwedî sernavê 6 hezar û 850 nukleeran e Rusya ye. Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putîn xwedî wê rayeyê ku cebxaneya welat bi tena serê xwe bi kar bîne.

DYA: Di rêza duyemîn de ye 6 hezar û 450 çekên nukleer lê hee. Rayeya serokê DYA’yê heye û dikare bêyî bê kongreyê fuzeyên nukleer bavêje cihên ku dixwaze.

Fransa: Fransayê, di 24’ê Tebaxa 1968’an de bombeya hîdrojen bi dest xist. Dîsa di heman salê de bêyî alîkariya Amerîkayê bombeya hîdrojen hilberand. Tê texmînkirin ku hê jî xwedî 300 navên nukleer e. Li wê derê jî biryara êrîşa nukleer di destên serokomarê Fransayê de ye.

Îngîltere: Cara pêşîn cerebeya nukleer di 3’ê Cotmeha 1952'an de pêk anî. Kraliyeta Yekbûyî di 8’ê Mijdara 1957’an de bombeya hîdrojen bi dest xist. Li gorî daneyên dawî li Îngîltereyê nêzî ’de 225 sernavên nukleer hene. Têkildarî avêtina fuzeyan, biryar di destê serokê welat an jî parlamenterek ku ew diyar dike de ye..

Koreya Bakur: Li vî welatê ku her dem bi cerebeyên fuzeyê dikeve rojevê jî di navbera 10 an jî 20’an de çekên nukleer hene.

Çîn: Der barê lansmana nukleer de agahî zêde tune ne. Çînê 16’ê Cotmeha 1964’an de yekemîn fuzyon, di 17’ê Hezîrana 1967’an de jî fuzyona duyemîn ceriband. Di navbera 1964 û 1996’an de 45 nukleer test kir û tê texmînkirin ku çîn niha xwedî sernavê 280 nukleeran e.

Pakistan: Tê texmînkirn ku Pakistan xwedî 140-150 çekên nukleer e. Li Pakistanê serokê dewletê di heman demê de serokatiya Meqemê Fermandeya Nukleer dike û rayeya bikaranîna çekên nukleer di destên wê de ye.

Hindistan: Tê texmînkirin ku Hindistan xwedî sernavê 130 û 140 çekên nukleer e. Serokê welat, tenê xwedî rayeya bikaranîna çekên nukleer e li dijî dijmin û di heman demê de serokatiya Meqamê Fermandeya Nukleer (NCA) "Konseya siyasî" dike.

‘Israîl: Li îsraîlê tê texmînkirin ku sernavê çekên nukleer 80 ne. Der barê polîtîkayên nukleer ên Îsraîlê de agahî pir kêm in.