Di hikûmeta Awustralya de cara yekem 10 jin
Ev cara yekem e ku hikûmeta nû ya Awustralya 10 wezîrên jin dixe nava tîma xwe de.
Navenda Nûçeyan - Kabîneya federal a nû ya Awistralyayê hejmareke rekor a jinan xiste nav tîmek wezîran a cihêreng ku tê de hindikahiyên olî û gelên xwecihî dihewîne. Di kabîneya Anthony Albanese de 23 wezîr hebûn, di nav de 10 jin hebûn. Lînda Bornî bû yekem jina ji welate ku wezaretiya Aborjîn a welêt girt.