Di festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî de derhêner Sîmon Bîton xelat girt

Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan, çi bi mijarên fîlmên ku tên nîşandan, çi bi ronîkirina rûyê jinan, çi li pişt û çi li pêş kamerayê.

RECA XÊRAT

Mexrib – Derhênerê Mexrîbî-Cihû Sîmon Bîton di kongreyek rojnamevanî de ku di çarçoveya 15’emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Jinan li Bisla hatibû organîzekirin, hat xelatkirin û derhênera nemir Sara Maldoror û lîstikvana Misrî Leyla Elwî jî hatin xelatkirin.

“Belgefîlm rastiyê naguherîne lê dikare rastiyê belge bike”

Derhênerê Mexribî-Cihû Sîmon Bîton diyar kir ku pirsgirêka nasnameyê tevlihev e ji ber ku ew xwe ji sedî 100 Mexrib, Ereb, Cihû û Frensî dihesibîne û wiha pê de çû: “Ez bi dehan salan li ser çêkirina belgefîlman xebitîm, ji ber ku bi baweriya min belgefîlm rastiyê naguherîne lê dikare vê rastiyê belge bike û ji windabûnê rizgar bike. Ez ayîdê Mexribê me û Mexrib jî ayîdê min e. Mexribî, çi cihû bin, çi misilman bin, di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyane û ev çanda Mexribê ya kevnar, ‘Temgrabi’ ava kirine, ku bêyî hebûna van hemû hêmanan bi hev re ne temam in. Min ev pirçandiya ku ez kirim ayîdê vî welatî hilnebijart.”

“Di qonaxa niha de ez berê xwe didim belgekirina mîrata Cihûyên Mexribê”

‫ ‫Der barê derhêneriya fîlmên bi mijara niştecihkirina cihûyan li Filistînê û koçberkirina Filistîniyan ji axa wan, Sîmon Bîton got ku wê derhêneriya gelek fîlmên li ser vê mijarê kiriye di demeke ku tu berhemên Filistînî bi vî rengî tune bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di qonaxa niha de, ez berê xwe didim belgekirina mîrata Cihûyên Mexribê. Fîlma me ya din dê li ser jînenîgariya nivîskarê nemir Mexrib-Cihû Edmond Imran Elmaleh be. Edmond Imran Elmaleh di dijberiya xwe ya li dijî dagirkeriyê de dişibiya min û têkiliya me ya hevaltiyê hebû.”

Fîlma “Serdan” a derhêner Sîmon Bîton dê di çarçoveya çalakiyên festîvalê de were pêşandan, fîlmek ku behsa serdana pîrozbahiyên salê li Mexribê dike ku pratîkeke hevpar e cihû û misilman jî tê de beşdar dibin.

Xebatên Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya li Besla ku di 26’ê Îlonê de dest pê kir û dê heta 1’ê Cotmehê bidome dê bi pêşandana fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ku beşdarî pêşbirka fermî ya festîvalê dibin ji aliyê derhênerên jin ên Fasî û yên din ve bi riya platformên cuda yên pêşangehê li bajarê Salê pêş werin. Di festîvalê de her wiha semîner û civînên vekirî bi derhêner û nivîskarên ku dê di vê dewreyê de beşdar bibin re tê organîzekirin.