Di êrişên li ser Xezayê de herî kêm 93 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên ku tevahiya şevê li dijî Zîvala Xezayê pêk anîn de herî kêm 93 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bênavber êrişên xwe didomîne.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA, Îsraîlê bi şev êrişên giran li dijî bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Zîvala Xezayê, herwiha bajarê Xezayê li bakur û bajarê Dêr el-Belah û Cibaliya li navenda wê pêk anîn. Hat ragihandin ku di êrişên li ser herêma Xan Yûnisê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes jî birîndar bûn, zêdeyî 30 kesan jî di bin xirbeyan de ne.

Bi dehan kesên din jî jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrişên ku bajarê Xeza û herêma Cibaliyayê hatin hedef girtin de 16 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di nûçeyê de hat ragihandin ku li Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Zîvala Xezayê jî xanî hatin bombekirin û hate gotin ku di êrişên ku kampa Cibaliya kirine hedef de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di encama bombebarana mala malbata “el-Cemasî” ya li bakurê bajarê Xezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Her wiha maleke li taxa es-Sebra ya bajarê Xezayê rastî êrişa hewayî hat. Hat ragihandin ku di êrişê de 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û hin welatî jî birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê dewam dikin de 39 hezar û 6 Filistînî ku ji wan 16 hezar û 172 zarok û 10 hezar û 798 jin jiyana xwe ji dest dan û 89 hezar û 818 kes jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku hîna bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de ne, binesaziya sivîlan jî bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerdehiyê yên ku gel lê bicih bûne tê hilweşandin.