Di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên dawî yên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de 19 kesan jiyana xwe ji desta dan, herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê didomin. Di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê nêzî navenda belavkirina alîkariyê li bajarê Refah ê başûrê Zîvala Xezayê gule li Filistîniyan barand, di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê li dijî Abasan el-Kebira ya li rojhilatê bajarê Xan Yûnusê yê li başûrê Zîvala Xezayê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya ji nexweşxaneya Awde hat dayîn de, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî sivîlên li kampa koçberan a Nusayratê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 31 kesên di encama gulebarana li benda belavkirina alîkariyê li herêma ku weke ‘Korîdora Netzarim’ tê binavkirin û li beşa navendî ya Zîvala Xezayê ye birîndar bûne gihîştandine nexweşxaneyê.
Di êrîşa li dijî taxa Eş-Şucaiyye û Et-Tuffah a bajarê Xezayê de 4 kesan, di êrîşa li dijî herêma ku sivîl lê kom bûne ya li taxa Zeytûn de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku di êrîşên li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê de hejmarek zêde kes birîndar bûne