Di êrişên Îsraîlê yên şeva borî de 12 Filistînî hatin qetilkirin

Îsraîlê, tevahiya saetên şevê êrîş li ser xalên cuda yên Zîvala Xezayê pêk anî. Hat zanîn ku di êrîşan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber êrîşên xwe li ser Zîvala Xezayê didomîne.  

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Filistînê, vê carê êriş li ser başûrê bajarê Xan Yûnisê û li aliyê navendî yê Kampa Penaberan a Nuseyratê pêk hatin. Di êrişa hewayî ya li ser maleke li taxa El-Emel a li rojavayê Xan Yûnisê de 2 zarok û jinek jî di nav de bi temamî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa bi topan de li herêmên Cura El-Lût û Et-Tahliye de jî gelek kes birîndar bûn.

Di êrîşa bi balafira bêmirov a li dijî dibistaneke ku koçberên li bakurê Kampa Penaberan a Nuseyratê lê bi cih bûne de 3 Filistînî birîndar bûn. Li kampê di êrîşa li ser sîteya Eyn Celûtê li ser apartmanekê pêk hat de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.