Di êrîşa li Awûstralyayê de rasterast jin hatine hedef girtin

Hate ragihandin ku di êrîşa li Sydneyê li navendek kirîn û firotinê 5 jê jin 6 kes hatin qetilkirin de rasterast jin hatine hedef girtin.

Navenda Nûçeyan- Polîsên Awûstralyayê, têkildarî êrîşa ku li navenda kirîn û firotinê ya Westfield Bondi Junction ya li rojhilatê Sydney a Awûstralyayê 5 jê jin 6 kes hatin qetilkirin, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di êrîşa duh piştî nîvro pêkhat de Joel Cauchi yê 40 salî rasterast jinan hedef girtiye.

Joel Cauchi ê ku bi amûra birînê êrîşê derdor kir, di bûyerê de ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin. Tedawiya birîndarên ku pitikek 9 mehî jî di nav de ye didome. Dayika pitika 9 mehî ya ku di êrîşê de birîndar bû Ashlee Good jî jiyana xwe ji dest da.