Di êrişa Îsraîlê ya li ser Refahê de herî kêm 45 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê duh êvarê êriş bir ser cihê Filistiniyên ku ji Refahê ji cihê xwe bûne lê dijîn. Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişê de herî kêm 45 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê duh êvarê êriş bir ser cihê Filistiniyên ku ji Refahê ji cihê xwe bûne lê dijîn. Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişê de herî kêm 45 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî bûye 249.

UNRWA ya ku saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Filistîniyên li Xezayê kar dike diyar kir ku herî kêm 50 kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heyva Sor a Filistînê diyar kir ku piraniya kesên mirine li kampa Tel El Sultan di konan de dijîn û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.