Di êrişa Îsraîlê de jinek û 2 zarok hatin qetilkirin

Hêzên Îsraîlê duh bi şev êrişî Derayê kir. Di encamê de jinek û 2 zarok hatin qetilkirin û 19 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê duh bi balafiran êrişî bajarê Dera yê Sûriyeyê kir. Hate zanîn ku di encamê de jinek û 2 zarok hatin qetilkirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wê baregehên fermandariyê û nuqteyên leşkerî yên rejîma berê kirine armanc ku hewl dihat dayîn werin sererastkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih; Îsraîlê herî kêm bi 2 êrişan Tûgeya 132’an û herêma di navbera kampa leşkerî û taxa Mesakin Dahiye de bombebaran kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.