Di doza Narîn Guran de ji bo kiryaran ceza hat xwestin

Dozgerê ku li doza Narîn Gurana 8 salî dinhêre, nêrîna derbarê 6 girtî û 15 kiryaran de aşkera kir. Dozger ji bo kiryaran ji 6 mehan heta 5 salan ceza xwest.

Amed- Hatibû îdîakirin ku Narîn Guran a 8 salî, wenda bûye. Piştî ku wendabûna Narîna biçûk di meydaya civakî û rayagiştî de deng veda, cenazeye wê 19 roj piştî windabûna wê di 21’ê Tebaxa 2024’an de li taxa gundewarî ya Çulî ya navçeya Rezan a Amedê hat dîtin. Rûniştina duyemîn a doza qetilkirina Narînê, li Amedê pêk hat.

 

Dotmama Narîn Guran Bîrsen, apê wê Fuat, amojina wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket, pismamê wê Muhemmed Kaya û xebatkarê Salîm Guran Mehmet Selim Atasoy, girtî dihatin darizandin. Dotmama Narîn Şeyma Kaya, amojina wê Hediye, apên wê Îbrahîm Xelîl, Bariş, Kurtuluş û Omer faruk Guran û zarokên bersûc R.A (26) û Î.K (17) jî ne girtin tên darizandin.

 

Dozgerê ku li doza Narînê dinhêre, raya xwe ya esas a derbarê kiryaran de temam kir. Dozger di mutalaayê de xwest ku 6 jê girtî, 3 jê zarok û 15 kiryar, ji 6 mehan heta 5 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin. 

 

Hewl dan ku lêpirsînê bi aliyên cûda ve bibin

 

Di mutalaayê de, hat diyarkirin ku îfadeyên kiryar û zarokan hev nagjrin û hem jî ji belgeyên madî nagrin. Dozgeriyê diyar kir ku kiryar bi awayek organîze tevgeriyane û hewl didin lêpirsînê ber bi xeletiyê ve bibin. Dozgeriyê destnîşan kir ku hinek kiryar bi darên di destê wan de bûne sedem ku şewat derkeve, beşek jê hewl dane tiştên ku wek şimik dihat angaştin li cihê bûyerê dîtine, wek belge nîşan bidin, hinek jê jî qeydên telefonê jê birine û hewl dane lêpirsînê asteng bikin. Di heman demê de hat diyarkirin ku cendirme hatine şopandin û li wan hatiye guhdarkirin û hewl dane bi îxbarên sexte beralî bikin. 

 

Hat îfadekirin ku ev hemû çalakî, ji bo xwegihandina kiryarên rast ên bûyerê asteng bike bûne. Lêpirsîn weke dosyaya ‘şexsê wenda’ hatiye destpêkirin, lê belê kiryar ji ber mudaxeleyên bi zanebûn û organîze lêpirsîn ber bi cihên cûda ve biriye. 

 

Dozgeriyê derbarê Bariş Guran, Bîrsen Guran, Fuat Guran, Hediye Guran, Îbrahim Halil Guran, Kurtuluş Guran, Maşallah Guran, Mehmet Selim Atasoy, Mehmet Şevket Kaya, Muhammed Kaya, Omer Faruk Guran û Şeyma Kaya de ji sûcê ‘Parastina sûcdar’ xwest cûda cûda bên cezakirin. Derbarê sê zarokên ber bi sûc ve hatine kişkandin de xwest bi awayê li gorî rewşa temenê wan kar û bar bên kirin.

Sekna kiryaran a di pêvajoya darizandinê de, derbarê beyanên li dijî rastiyê û wendakirina belgeyan li berçav hat girtin û hat xwestin Birsen Guran, Fuat Guran, Maşallah Guran, Mehmet Şevket Kaya, Mehmet Selîm Atasoy û Muhammed Kaya girtî bimînin. Derbarê Kurtuluş Guran, Omer Faruk Guran û zarokê ku ber bi sûc ve hatine kişkandin de jî hat xwestin ku pêkanîna tedbîrên kontrola edlî bidome.

Di heman demê de di mutalaayê de, biryar hat dayîn ku kiryar ji hinek mefan bê par bimînin. Hat gotin ku divê cezayê wan li gor helwesta baş a li hember dadgehê, neyê daxistin. Derbarê zarokên ku ber bi sûc ve hatine kişandin de hat gotin ku ger pêwîst bike tedbîrên parastin û destekkirinê werin pêkanîn,  demên wan ên binçavkirin û girtinê li ser ceza werin hesibandin.