Di dosyaya Narîna winda de tu pêşketin tune ye!

Seroka Komeleya Destpêkê Jin û Zarok parêzer Mujde Tozbey ku serdana malbata Narîn a li Amedê winda bûye kir got “Bi bûyera Narînê re me careke din dît ku zarokên me bê parastin in” û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê da.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulye yê girêdayî Rezana Amedê Narîn Guran a 8 salî winda bû, ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin. Di dosyaya wê de pêşketinek çênebû, tevî ku li sedan malan lêgerîn hat kirin û îfadeyên gelek kesan hatin girtin jî di dozê de biryara nepeniyê berdewam dike û der barê bûyerê de ‘qedexeya weşanê’ hat danîn. Bûyer li gundê ku ji 20 malan pêk tê qewimî. Her kes li ser îhtîmala revandin û windakirinê disekine. Di heman demê de îfadeya bav û birayê wê hat girtin.

Li welatekî ku her roj jin tên qetilkirin, tundiyê dibînin û tên windakirin; di nava çar rojan de 6 zarok hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê hejmarek zêde ya zarokên weke Narîn hene, zarokên ku tundiyê dibînin û nayên parastin gelek in.

Seroka Komeleya Destpêkê Jin û Zarok parêzer Mujde Tozbey ku li gundê Narînê lêkolîn kir bal kişand ku di nava 8 salên dawî de dane û statîstîkên der barê zarokên winda de nehatine girtin, da zanîn ku desthilatdariyê der barê parastina zarokan de tu polîtîkayan bi pêş nexistiye.

Mujde Tozbey anî ziman ku ji bo piştevaniya bi malbatê û hevdîtina bi dozgeriyê re hatine Amedê, ne tenê ji bo Narînê, ji bo balê bikşînin ser bi sedan zarokên di salên dawî de winda bûne hatine. Mujde Tozbey destnîşan kir ku windakirin û nedîtina Narînê careke din nîşan daye ku zarokên li welat di rewşek çiqas bê ewle û mercên xirab de dijîn.

‘Zarokên me di rewşeke bê ewle û xirab de dijîn’

Mujde Tozbey diyar kir ku tu polîtîkaya desthilatdariyê li hemberî zarokan tune ye û bi van gotinan bertek nîşanî pêvajoya heyî da: “Belê zarokên weke Narînê, zarokên me hemûyan li gund an jî navçeyên welat di rewşeke xirab û bi ewle de ne. Beriya bûyera Narînê bi sedan zarok winda bûn. Di nava 8 salên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve der barê zarokên winda de tu statîstîk nehatine eşkerekirin. Em hemû baş dizanin çima nehatine eşkerekirin. Desthilatdarî bi zanabûn van daneyan eşkere nake. Ji ber parastina jin û zarokan, windabûna wan an jî bi armanca astengkirina tundiyê tu polîtîkayeke ku desthilatdariyê tune ye loma. Desthilatdarî bi temamî xwe bi polîtîkayên girtina jin û zarokan di malê de xwedî dike. Hewl dide vê li Tirkiyeyê bide avakirin. Ji ber vê zarokên me di 8 salên dawî de zêdetir winda bûne. Di rojên borî de ji bajarên cuda 6 zarok hatin qetilkirin. Gelek zarokên me yên wiha hene. An jî piştî erdhejê bi sedan zarok hatin revandin û radestî terîqetan hatin kirin. Desthilatdarî hê nikare van zarokan bibîne, îro bi Narînê re û bi windabûna zarokên weke Narîn re em rû bi rû dimînin.”

‘Bi hişmendiya malbatê dixwazin ser tundî û komkujiyan bigrin’

Mujde Tozbey destnîşan kir ku windabûna Narînê û qetilkirina zarokan, tundiyê heyî ji polîtîkayên tên meşandin cuda nîn e û da zanîn ku malbat bi gavên pîrozkirinê bi sînordarkirina qada azadiyê ya zarokan dest pê dike û axaftina xwe wiha domand:

“Vê sîstemê ji dema desthilatdariya xwe ve heta niha li ser jin û zarokan hewl daye şekil bide civakê. Daraz bûye lingê civakê, di sîtema tendirustî û perwerdeyê de cih ji terîqetan re vekir, hewl da li ser jin û zarokan zextê pêk bîne. Halbukî li welatê me bi hezaran pirsgirêkên xizanî û bêcezatiyê hene. Desthilatdariyê hewl da mudaxeleyê qadên jiyana zarokan bike. Bi sînordarkirina qadên azad bi pîrozkirina malbatê hewl dan vê bikin. Bi mezinkirina mêran xwestin ser tundî û destdirêjiyê bigrin. Hewl dan bi vî awayî civakê bi rêve bibin. Desthilatdarî bi rojevên cuda, hewl dide tundî û destdirêjî neyê dîtin. Mirovên ku îro tiliya wan di windakirina Narînê de heye, ji van polîtîkayên desthilatdariyê bandor dibin, hêzê digirin loma vê dikin.”

‘Em ê bibin şopdarên vê dosyayê’

Mujde Tozbey bal kişand ku wê şopdarên dosyaya Narînê bin û heta ku Narîn were dîtin wê xebatên xwe  bidin meşandin û wiha bi dawî kir: “Weke Komeleya Destpêkê Jin û Zarok, baweriya me bi Baroya Amedê heye. Em ê pêvajoya lêpirsînê bişopînin. Careke din me dît ku lêpirsîn bi awayê baş tê meşandin. Em ê bi van xebatan di nava gelê bajar de, hişyariyê çêbikin. Heta ku Narîn neyê dîtin em ê bixebitin û şopdarên vê dosyayê bin.”