Di dilê şer de wêrankirina bîra dîrokê
Şer ne tenê zirarê dide jiyana mirovan û binesaziyê, di heman deme de mîrateyên çandî, şûnwarên dîrokî yên welat dike metirsiyê. Li Îranê bîra dîrokî bi xetereya hilweşînê re rû bi rû maye.
PIRŞENG DOLÎTARÎ
Navenda Nûçeyan – Di hefteya 4’emîn a şerê di navbera Îsraîl û DYE yê li dijberî Îranê de, rêjeya tundiyê asta qurbaniyên mirovî û binesaziya aborî derbas kiriye û gihîştiye yek ji tebeqeyên herî kûr ên jiyana civakî, ango mîrata çandî û bîra dîrokî ya civakê. Raporên ku di roja 13’emîn a şer de hatin weşandin, nîşan didin ku 10 şûnewarên dîrokî li deverên cuda yên Îranê, ji komên berbiçav ên li Tehranê bigre heya navendên şaristaniyê li Esfahanê û deverên dîrokî yên li rojavayê Îranê, zirar dîtine an jî wêran bûne.
Ev wêrankirina cihên dîrokî, nikare tenê wekî ‘zirarên alî’ di mantiqê şer de were pênasekirin. Berovajî vê, berfirehî, belavbûn û xwezaya hedefan nîşan didin ku cihên dîrokî -qesr, qad û derdora bajar- rasterast an nerasterast zirar dîtine. Di vê wateyê de, şerê heyî hêdî hêdî veguheriye şerekî li dijî ‘nîşanên madî yên dîrokê’.
Nexşeya wêrankirina qadên sembolîk ên bajarên dîrokî
Daneyên xwecihî nîşan didin ku talan û wêranî li cihên ku girîngiya wan a dîrokî û sembolîk hene, rû da ye. Li Tehranê, cihên dîrokî yên wekî Qesra Gulîstan, Saadabad, Meydana Baharestan û beşên bazara dîrokî, ji ber pêlên teqînan an jî lêdanên rasterast zirar dîtine. Wêrankirina hêmanên xemilandinê, çarşev, neynik û avahiyên dîrokî ne tenê zirarek mîmarî ye, di heman demê de derbeyek li mîrateya hunerî ya pirqatî ya van qadan e jî.
Li Esfahana ku yek ji navendên dîrokî yên herî girîng ên Îranê ye, zirara li kompleksa Sefewiyan- di nav de Meydana Neqşî-Cîhan, Qesra Tişîliston, Elî Qapo û Mizgefta Mezin a Ebasiyan, ev dîmen belavbûna wêraniyê li ser deverên dîrokî, di asta cîhanî de nîşan dide. Ji ber pêlên teqînên pir zirarên mezin çêbûn, ji lewra encamên wê ji bo domdariya avahî û xemilandinên dîrokî dê pir kûr û demdirêj bimînin.
Li Xurmabadê, êrîşa li ser kompleksa Felek-ul-Eflak û wêrankirina avahiyên peywendîdar nîşan dide ku heta deverên ku tê de sembolên navneteweyî hene, her wiha ji bo parastina mîrateya çandî jî, ji vê rewşê bêpar namînin.
‘Wêrankirina mîrateya çandî pirî caran bi kêliyên hilweşîna siyasî ve girêdayî ye’
Di dîrokê de, wêrankirina mîrateya çandî gelek caran bi kêliyên hilweşîna siyasî an guhertinên tund ên desthilatdariyê ve girêdayî ye. Wek mînakek berbiçav, wêrankirina Esfahanê piştî dagirkirina Mehmûd Hotekî di destpêka sedsala 18’an de çêbû. Ev ne tenê bûyerek e ku bû sedema hilweşîna rêziknameyek siyasî, di heman demê de bû sedem ku ji aliyê mîmarî ve zirareke berfireh çêbibe.
Her çiqas tiştê ku îro diqewime di çarçoveyek cûda de be jî, ji hêla encamên ku derdikevin ve dişibin vê ezmûna dîrokî: qelskirina berdewamiya mîmarî, zirara li tevnên dîrokî, her wiha di bîra bajarî de avakirina şikestinek. Cûdahî ev e ku di rewşa heyî de, ev wêranî di çarçoveya şerên nûjen de û bi amûrên pêşketî çêdibin, her wiha bandora van şeran berfirehtir û dijwartir dibe.
Krîza Hiqûqa Navnetewî: Valahiya di nav pabendbûn û rastiyê de
Pergala hiqûqa mirovî ya navneteweyî, tevî Peymana Laheyê ya sala 1954’an, li ser prensîbeke bingehîn a parastina mîrata çandî wekî beşek ji mîrata hevpar a mirovahiyê hatiye damezrandin. Di vê çarçoveyê de, dewlet û aliyên şer mecbûr in ku ji hedefgirtina şûnewarên dîrokî, mûzexaneyan û qadên sembolîk dûr bisekinin û bi mekanîzmayên wekî ‘Mertalê Şîn’ bê guherîna van cihan wan nas bikin.
Berovajî vê yekê, tiştê ku li qadên şer diqewime ne bicihanîna van erkan e, eşkerekirina sînordarkirina wan a avahîsaziyê ye. Tiştê ku bi zelalî xuya dike, valahiya di navbera ‘qanûn’ û ‘desthilatê’ de ye. Rêgezên qanûnî bi awayekî bandor li hember mantiqa man û nemanê, serdestiya leşkerî û armancên stratejîk têne marjînalîzekirin. Gelek rapor li ser hilweşandin an jî çewt bikaranîna sembolên parastinê-di nav de bikaranîna sembolên navneteweyî yên amûrî ji bo veşartina armancên dualî an operasyonên psîkolojîk-nîşan didin ku ev mekanîzma ne tenê bê astengî ne, ew bi xwe jî carna dibin amûrên şer.
‘Rakirina abîdeyên dîrokî tê wateya rakirina nasname, dîrok û rêwîtiya civekek’
Di analîzên dîrokî de, wêrankirina mîrateyên çandî gelek caran beşek ji ‘siyaseta wêrankirinê’ ye. Ji wêrankirina sembolên bajaran di şerên nûjen de bigre heya hedefgirtina bi zanebûn a abîdeyên dîrokî, di pevçûnên hemdem de; ev wêrankirin ji bo ji nû ve nivîsandina cih û bîranînê dixebitin. Di çarçoveyek wisa de, jiholêrakirina abîdeyan tê wateya jiholêrakirina nîşanên nasname, dîrok û heta rêwîtiya civakekê.
Ev ne tenê têkçûna peymanek taybet e, di rêziknameya hiqûqî ya gerdûnî de ev krîzek kûrtir e, rêzikek ku tê de ‘desthilat’li pêşiya ‘qanûnê’ ye. Heta ku mekanîzmayên sepandina serbixwe û ne-siyasî ji bo parastina mîrata çandî neyên pêşxistin, ev erk dê bibin daxuyaniyên exlaqî, ne amûrên parastinê, daxuyaniyên ku di pratîkê de li hember mantiqê şer bê bandor in.
Parastina di rewşa awarte de
Di şeran de, ji bo parastina mîrateyên çandî, xeta yekem ne parastina fîzîkî ye, ‘tomarkirina hûrgulîyên wêrankirinê’ ye. Belgekirina sîstematîk a zirarê, bi rêya wênekêşiyê, nexşekirinê tenê rêbaza mayî ya ku wêrankirinê vediguherîne ‘belgekirinê’, dikare wekî bingehekê ji bo pêvajoyên qanûnî yên pêşerojê di bin çarçoveyên wekî Peymana Laheyê ya 1954’an de xizmet bike. Lê belê, ev pêvajo ji aliyên rastiyên şer ve jî sînordarkirîye; gihîştina sînorkirî, bê ewlehiya domdar û xeteriya windabûna delîlan berî ku werin tomarkirin, belgekirin ji karekî teknîkî, veguherandiye pratîkek xeternak û ne aram.
Di heman demê de bi hewildanên tomarkirinê re, tedbîrên wekî veguhestina tiştên hêja ji bo depoyeke ewle, çêkirina stargehên demkî û kêmkirina rûbirûbûna berhemên dîrokî bi xetereyên rasterast re, ev tedbîr ji ‘stratejiyeke parastinê ya domdar’ bêtir, bersiveke awarte ye. Şer asoya plansaziyan kurt dike û saziyên berpirsiyar dixe rewşeke ‘rawestandina daîmî’, ku biryar ne li ser bingeha pîvanên pîşeyî yên demdirêj e, i ser bingeha mayîn û kêmkirina zirarê di kêliyê de tên girtin.
Tiştê ku kêmtir xuya dike, pêvajoya hêdî lê berdewam a ‘bişaftina çandî’ ye. Heta di nebûna têkçûna tevahî de jî, têkbirina fonksiyona cihên dîrokî, qutbûna têkiliyên rojane yên mirovan bi wan re û rawestandina çalakiyên çandî, bi demê re van cihan ji wateya wê vala dike. Di vê wateyê de, hilweşandin û bişaftin ne tenê bûyerek ji nişka ve ye; ew pêvajoyek dirêj e ku ji bê ewlehî û bê aramiya berdewam çêdibe.
‘Belgekirin ne tenê tomatkirina dema borî ya destwerdanek pêşerojê ye’
Bi gotineke din, parastina mîrata çandî di dema şer de dibe qadek pêşbaziya siyasî û ji nû ve pênasekirina dîrokî. Çi were tomarkirin an jêbirin, dê di pêşerojê de bibe beşek ji vegotina fermî an ne fermî ya dîrokê. Ji vê perspektîfê ve, belgekirin ne tenê tomarkirina rabirdûyê ye, di heman demê de destwerdanek di pêşerojê de ye, ango destnîşankirina tiştên ku têne bîranîn û tiştên ku têne jibîrkirin.
Di çarçoveyek wiha de, têkçûna parastinê ne tenê bi windakirina abîdeyan ve sînordar e, di heman demê de dibe sedema lewazbûne ‘berdewamiya dîrokî’, şikestinek ku dikare di serdema piştî şer de ji bo ji nû ve avakirina nasnameya giştî krîzekê çêke.
Ew tiştê ku diqewime, ji ‘parastina çalak’ ber bi ‘rêvebirina wêrankirinê’ ve guhertinek e; rewşek ku tê de armanc êdî ne pêşîgirtina wêrankirinê ye, lê tomarkirin, kêmkirin û paşxistina wê ye. Ger ev pêvajo neyê sînorkirin, encamên wê dê ji wêrankirina fîzîkî wêdetir biçin, her wiha, bîranînek birîndar û perçebûyî biafirîne ku li ser bingeha wê nifşên pêşerojê dê neçar bimînin ku rabirdû û nasnameya xwe ji nû ve ava bikin.