Di dema binçavkirinê de heqaret li rojnamegeran kirin
Rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatin binçavkirin, ji parêzerên xwe re behsa binpêkirinên piştî qedexeyê hatin rakirin kirin.
Navenda Nûçeyan- Rojnamegerên ku di serdegirtinên 25’ê Cotmehê de li 9 bajaran di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat kirin de hatibûn binçavkirin, birin Enqereyê. Rojnameger Berîvan Altan a ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ji bo wêneyan bikşînin êlek anîne cem polîsan û jê re gotine, "Em ê sere te bidin tewandin, rehet bisekine." Rojnameger Dîren Yurtsever diyar kir ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi darê zorê wêneyê wî di navbera alên Tirkiyeyê de bi kelepçe hatiye kişandin.
Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever a li Stenbolê hat binçavkirin û nûçegihanê MA'yê Hakan Yalçin ê ji Wanê hatibû binçavkirin, duh bi şev anîn Enqereyê. Nûçegihana JINNEWS'ê Habîbe Eren a li Amedê hat binçavkirin, nûçegihana MA’yê Selman Guzelyuz, nûçegihana JINNEWS'ê Oznur Deger a li Mêrdînê û nûçegihanên MA'yê Ceylan Şahînli û Emrullah Acar ên li Rihayê hatin binçavkirin anîn Enqereyê.
‘Em ê serê te bidin tewandin’
Rojnameger piştî ku biryara qedexeyê rabû bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Rojnameger Bêrîvan Altan a ku parêzer pê re axivî, diyar kir ku di serdegirtina malê de bi kelepçeyan îşkence lê hatiye kirin, polîs demeke dirêj li ber deriyê malê li bendê mane û êlek ji polîsan re anîne. Berîvan Altan diyar kir ew bi zorê hatiye binçavkirin, anî ziman ku dema ew birine midûriyeta polîsan bi telefona polîsan xweşdine dîmenê wê bikşînin hatiye xwestin.
Bi zorê hat xwestin wêneyê wê bikşînin
Rojnameger Dîren Yurtsever ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi darê zorê di navbera alên Tirk de xwestin wêneyê wê bi kelepçe bikşînin. Dîren Yurtsever, anî ziman ku di serdegirtinê de li malê weke delîl pirtûk, kovar û rojnameya Yenî Yaşam bi dest xistine û got ku dema ew ji malê derxistine bi gotina "Terorîst li vir dijîn" bûye hedefa esnafek." Dîren Yurtsever, diyar kir ku dema li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê destê wî di navbera alên Tirk de kelepçe kirine bi darê zorê wêneyê wî kişandine û dema wî ev yek qebûl nekiriye polîsan bi gotina "Ev prosedur e" zorê lê kirine.