Di dagirkeriya Ukraynayê de roja 8’emîn: Maseya gotûbêjê li ser sînorê Belarûsê ye
Hat ragihandin ku heyetên Rûsya û Ukraynayê wê li Brestê ya li ser sînorê Belarûsê li ser maseyê rûnin. Ji bo pêkanîna hevdîtinan korîdorek ewlehiyê hat avakirin. Her çiqas ji aliyê Rûsyayê ve der barê gotûbêjan de daxuyaniyên nerm tên dayîn jî hê êrîş bêyî ku kêm bibin berdewam dikin. Cihê meraqê ye ku dê alî çawa ji ser maseya gotûbêjê rabin. Tê diyarkirin ku di encama êrîşên Rûsyayê de bi sedan kes hatine qetilkirin. Yên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.
Navenda Nûçeyan - Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bênavber didome. Di dema koçberiya sivîlan didome de, rayadar diyar dikin ku dê hejmara windahiyên sivîl dê bigihîje rêjeyên tirsnak. Hat ragihandin ku hevdîtina duyemîn a gotûbêjê Rûsya û Ukraynayê ku dihat payîn duh pêk hatibûya dê îro bê kirin. Hat ragihandin ku şandeyên her du welatan dê li Brestê ya li ser sînorê Belarûsê li ser maseyê rûnin. Pêkanîn û alîkariya çekan a welatan zêde dibe. Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya şermezarkirina êrîşên Rûsyayê li hemberî 5 dengan, bi 141 dengan qebûl kir.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) eşkere kir ji roja pêncşema borî ve hejmara kesên ku Ukraynayê têrikandine milyonek derbas kiriye. Nêzî nîvê kesên ku derketine rê, derbasî Polonyayê bûn. UNHCR’ê di destpêka dagirkeriyê de texmîn kiribû ku dibe çar milyon penaberên wê hebin. Hejmarên heyî nîşan didin ku ji vê texmînê zêdetir mirov li ser riyên koçberiyê ne.
Di rawestgehên metroyê de 15 hezar kes dimînin
Ji aliyê din ve li Ukraynayê bi hezaran kes hewl dedin xwe li rawestgehên metroyan an jî li stargehan biparêzin. Tê zanîn ku piraniya penaberan jin û zarok in. Midûrê rawestgeha metroya Kîevê Viktor Brahinski ragihand ku hejmara kesên xwe spartine rawestgehên metroyê yên li Kîevê gihîştiye 15 hezarî. Vîktor Brahînskî diyar kir ku kapasîteya rawestgehan heta 100 hezar kesî ye û got ku di rawestgehan de îmkana serşûştinê tê dayîn û ji kesên hundir re alîkariya derman û xwarinê tê dayîn. Li gorî agahiyên rojnamegerên li herêmê cihê ku gelek kes biçin nemaye. Ji ber vê yekê ji rawestgeha metroyê dernakevin. Bi taybetî agahî tên ku jinên xwedî pitik li benda piştgiriyê ne. Ji aliyê din ve di daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Ukraynayê de hat ragihandin ku moşeka Rûsyayê avêtiye ketiye navbera rawestgeha trenê ya Başûr a li navenda Kîevê û Otela Îbîsê.
“Hatibû gotin ku dê korîdor vebe”
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê General Îgor Konaşenko ragihand ku ji bo kesên dixwazin Kîevê bitêrikînin dê korîdoreke mirovî bê avakirin. Diyar kir ku dikarin ji aliyê başûr ve ji bajêr derkevin û herin bajarê Vasilkiv. Lê ev der jî ji destpêka dagirkeriyê ve di bin bomberdûmana dijwar a Rûsyayê de ye. Berdevk roja duşema borî jî daxuyaniyeke bi heman rengî dabû.
“Her saet mirov jiyana xwe ji dest didin”
Tê diyarkirin ku di encama bombebarana bênavber didome de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Şaredarê Mariupolê Vadym Boychenko got ku di encama bombebarana bênavber didome de, leşkerên Moskovayê tehliyekirina sivîlan ji bajarê lîmanê rawestandine û nehiştine ku bi hezaran kes ji şer birevin. Serok got: "Di binesaziya avahiyan de rûxandinek mezin çêbû, hejmarek zêde birîndar heye û mixabin hejmarek zêde sivîl jin, zarok û extiyar ên jiyana xwe ji dest dane hene." Di daxuyaniya ku li Ukraynayê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve zêdetirî 2 hezar sivîlên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Zarok, jin û hêzên parastinê serê saetê jiyana xwe ji dest didin.”
"Hejmara rastî zêdetir e”
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Ukraynayê 227 sivîl hatine kuştin û 525 jî birîndar bûne lê tê bawerkirin ku hejmara rasteqîn hin zêdetir e. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) hatiye dayîn di şerê ji 24’ê Sibatê saet 04:00’an de dest pê kiriye heta 1’ê Adarê saet 12:00’an, 31 mêr, 25 jin, 6 zarokên kur, 3 zarokên keç û tevî 6 zarok û 156 mezinên ku hêj zayenda wan nehatiye diyarkirin, bi giştî 227 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 525 sivîl jî birîndar bûne.
Ji 39 welatan ji bo ICC’ê serlêdan
Serdozgerê Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) Kerîm Han bi daxuyaniyeke nivîski ragihand ku ji bo lêkolînkirina sûcên li ser axa Ukraynayê tên kirin ji 39 welatan ji bo wan sêrledan hatiye kirin. Han got ku ev serlêdan ji 39 welatan ji bo wan hatine kirin. Hat ragihandin ku piştî serlêdana welatên ku Fransa û Almanya jî di nav de ne, delîl hatine berhevkirin.