Di çalakiyên li zanîngehên DYE’yê de herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin

Di xwepêşandanên li kampusên zanîngehên DYE’yê yên ji bo piştgiriya Xezayê tên li dar xistin de, di du hefteyan de herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de profesor û erkdarên perwerdeyê jî heye.

Navenda Nûçeyan- Li gelek welatên cîhanê, bertekên li dijî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê zêde dibin. Di xwepêşandanên li kampusên zanîngehên DYE’yê yên ji bo piştgiriya Filistînê tên li dar xistin de, di du hefteyan de herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Associated Press (AP); Di nava kesên ku di çalakiyan de hatin binçavkirin gelek erkdarên perwerde û profesor jî hene.

Kampên xwepêşandan hatin belavkirin

Li zanîngehên New Hampshire, Northern Arizona û Tulane jî kampên xwepêşandanê hatin belavkirin û xwendekar hatin binçavkirin. Li New Yorka ku pêşengiya kampên piştgiriyê yên bi Filistînê re dike, piştî Zanîngeha Columbîa polîsan êrişê çalakvanên li zanîngehên City College, Stony Brook, Buffalo û Fordham kir.

Rêveberiya dibistanê ku gazî polîsan kir hate şermezar kirin

Şaxa Zanîngeha Columbia ya Yekîtiya Profesorên Zanîngehê ya Amerîkî (AAUP), rêveberiya dibistanê ku ji bo belavkirinan çalakvanên ku li kampûsê piştgirî didin gelê Filistînê, Departmana Polîsan a New Yorkê (NYPD) gazî, şermezar kir.  AAUP’ê daxuyaniya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: "Em rektor (Minouche) Shafik, heteya mutewelî, dîrektora operasyonê û rêvebirên eleqeder ku di 30’ê Nisanê de ji bo xwendekarên xwepêşanderên ji kampusê dûrbixe, bang li NYPD’ê kir, şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev biryar beyî Senatoya Zanîngehê hatiye girtin û wiha hate gotin, "Ev binpêkirin, bi êrîşa hovane ya polîsan a li dijî xwendekarên me ku li ber çavê hemû cîhanê pêkhat.” Di dîroka Zanîngeha Kolombiyayê de cara ewil, endamên perwerde, personel û xwendkar di kampusên xwe de asê hatine hiştin.”

'Divê kampus ji bo erkdarên perwerde, personel û xwendekaran re bê vekirin'

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji bo rêveberiya Shafîk a rêz ji azadiya derbirînê û azadiya akademîk a xwendekaran nagre, dengê 'pêbaweriyê' bê kirin û hate diyar kirin ku ev yekane rêyê ku nirxên bingehîn ên zanîngehê yên wek azadiya fikir, mafê kombûna aştiyane û rêveberiya hevpar ji nû ve bê avakirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demil dest kampus ji bo erkdarên perwerde, personel û xwendekaran re bê vekirin.

Joe Biden: Bûyerên kampusê bandor li piştgiriya me ya Îsraîlê nake

Serokê DYE’yê Joe Biden, der barê çalakiyen Xezayê yên li zanîngehan de daxuyaninek çapemeniyê da. Joe Biden, ji bo pirsa gelo DYE’yê siyaseta xwe ya li dijî Îsraîl û Rojhilata Navîn guhert an na bersivand û bersiva “Na” da. Joe Biden, anî ziman ku bûyerên kampusê bandor li piştgiriya wan a Îsraîlê nake. Joe Biden, diyar kir ku azadiya fikir a xwendekaran qadeke ku divê hertim rêzdarî bê nîşan dane, lê da zanîn destûr nede tu tiştekî ku veguhere bûyerên tundiyê.

Joe Biden, wiha got: “Dengê gelê Emerîkayê bi rastî hat bihîstin, çalakiyên aştiyane yek ji mînakên herî xweş ên Emerîka çawa bersivê dide bûyerên girîng. Lê em ne welatekî bêqanûn in, em civakekî medenî ne û divê pergal bi ser bikeve.”