Di çalakiya Xizmên Windayan de desteka ji bo pêvajoyê

ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser merasîma PKK’ê ya duh ya şewitandina çekan û gotin: “Ev gava niyeta baş li pêş çavê hemû dinyayê hate avêtin. Em dibin şahid ku dewlet divê mijarê de tu gav neavêtine.”

Amed – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 857’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” domandin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hate hilgirtin, Hevserokê Giştî yê ÎHD Huseyîn Kuçukbalan û gelek kes tevlî bû.

Di çalakiya vê heftiyê de li kiryarên Mesut Dundar ku di piştî di Tîrmeha 1992’an de hate windakirin û di 6’ê Îlona 1992’an cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn.

Beriya daxuyaniyê Huseyîn Kuçukbalaban ku di merasîma PKK’ê ya duh hatî li darxistin de  amade bû wiha got: “Ev gava niyeta baş li pêş çavê hemû dinyayê hate avêtin. Lê belê em dibin şahid ku dewlet divê mijarê de tu gav neavêtine. Wê rewşa 30 kesên ku duh çek danîne çilê were? Divê dewlet demildest komîsyonê avabike û texrîbata ku şer ava kiriye derbas bike.”

Cenaze hate kişkandin

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD a Amedê Berfîn Elçî, çîroka Mesut Dundar ê winda wiha anî ziman:

“Mesut Dundar li navçeya Cizir ya Şirnexê dijiya. Di zarokatiya xwe de teşhîsa nexweşiya menejît pê re hat dîtin. Ji ber rewşa aborî ya nebeş nekarîbû tedawî bibîne û neçar ma jiyana xwe wek kesên astengdar derbas bike. Mesut Dundar  3 caran ji ber ku alên zer, sor û kesk hilgirtibû li navçeya Cizîrê di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û rastî îşkenceyên tund hatibû. Di Tîrmeha 1992'an de polîsên girêdayî Midûriyeta  Cizîrê avêtin ser mala Mesut ê bi malbata xwe re dijiya û ji malbatê re gotin ku ji bo Mesut bibin Nexweşxaneya Derûnî ya Elezîzê hatine. Polîs Mesut û bavê wî ji malê derdixin. Piştre jî Mesut rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê Mesut tirsiya û ji pencereya nexweşxaneyê xwe avêt derve û reviya.

Polîsan bavê Mesut 3 rojan bi xwe re birin û li gundên derdorê li Mesut geriyan. Polîsan ji ber ku Mesut nedîtin, 3 rojan îşkence li bavê wî kirin. Bavê wî bi kuştinê tê tehdîdkirin. Dema ku bav soza anîna wî dide ji aliyê polîsan ve tê berdan. Mesut venagere malê, her roj bi telefonê li malbata xwe digere. Di vê navberê de polîsan her roj bi ser malên wan de girt. Rojekê dema Mesut bi telefonê li malbata xwe digere, dema ku polîs bi ser malê de negirt malbat difikire ku Mesut hatiye girtin. Di 6'ê Îlona 1992'an de gundê Sulakê li kêleka ava Şeyh Degîrmencî kuştî hate dîtin. Li gorî îfadeya gelek şahidên ku bûyera li gundê Sulakê dîtine; Yek ji polêsên ku Mesut anîn cihê bûyerê 3 kesên çekdar bi cil û bergên sivîl bûn. Leşker hatin cihê bûyerê û bi hinceta ku di bin laş de dibe ku xefika bombe hebe cenaze li pişt wesayîta zirxî dikişîne.

Wêneyê 'mirovahiyê diherike' ya di nûçeya sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya 19'ê Mijdara 1992'an de bi salan e nayê jibîrkirin. Di merasîma cenazeyê Mesut Dundar de gelek şopên ji ber îşkenceyên giran derketine. Piştre cenaze radestî malbata wî tê kirin. 

Malbatê di 13'ê Îlona 1994'an de bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di 12'ê Nîsana 1996'an de îfadeya malbatê girt. Sedema serlêdana îfadeyê jî ew bû ku doz di 3'ê Adara 1995'an de sewqî Komîsyona DMME'yê hat kirin. Hate fêmkirin ku lêpirsîneke seranser heye. AÎHM’ê di sala 2005’an de di doza Mesut Dundar de Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm dike.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.