Di bûyerên li Sûdanê de kuştinên zarokan di rojeva UNICEF yê de ne

UNICEF bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku di xwepêşandanên li dijî darbeyê li Sûdanê de 9 zarok hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn û destnîşan kir ku mafên zarokan li gorî pîvanên navneteweyî tên binpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) bi daxuyaniyekê da zanîn ku di xwepêşandanên redkirina derbeya leşkerî li paytexta Sûdanê, Xertûmê û daxwaza vegera serweriya sivîl ku artêşê wê 25’ê Çileyê hilweşand, 9 zarok hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.
Rêveberê Herêmî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê UNICEF’ê Ted Chaiban diyar kir ku piştî derbeya leşkerî li seranserê Sûdanê zêdetirî 120 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan hatine piştrastkirin û piraniya binpêkirinan li ser ciwanan bûn û bal kişand ser girtina zarokên temenê wan di 12 salî û zarok di encama êrîşên dubare yên li ser navendên bizîşkî de ziyan dîtine.
UNICEF ê car din bang li rayedarên Sûdanê kir ku zarokan li seranserê welêt ji zirar û şîdetê biparêzin û wiha got: “Di dema pevçûn û bûyerên siyasî de, zarok ne hedefin. Bikaranîna zêde ya hêzê li dijî sivîlan, di nav de zarok, divê were rawestandin.”
Li gor daneyên pêbawer ên Komîteya Navendî ya Bijîjkên Sûdanê, piştî derbeya leşkerî ya ku sê meh berê dest pê kiribû, di xwepêşandanan de 71 kes ji aliyê hêzên ewlekariya dewlet ve hatine kuştin û zêdeyî 2200 kes jî birîndar bûne. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka îsal ve mirina 17 kesan hatiye ragihandin. Komîseriyê hişyarî da ku rewşa mafên mirovan li Sûdanê her ku diçe dibe çavkaniya xemgînî û tengezariyê, ku xwenîşanderên aştiyane hema hema rojane ji hêla hêzên ewlehiyê ve tên kuştin yan birîndar kirin. Ji bilî zext û zordariya ku rexnegirên desthilatdariyê û rojnamevanên serbixwe rû bi rû mane.