Di 8 mehan de zêdetirî 1 milyon penaber koçî Pakistanê kirine
Hejmara penaberên Afgan ên ku di van 8 mehên dawîn ên ku piştî ku Talîbanê rêvebirina welat bi dest xistî de koçî Pakistanê kirin, 1 mîlyonî derbas kir.
Navenda Nûçeyan- Li cîhanê diyardeya koçberî û penaberan roj bi roj kûrtir dibe. Afganistan bû yek ji welatên ku herî zêde koçberî lê zêde dibe ye. Tenê di 8 mehên dawî de hejmara penaberên Afgan ên ku bi rêyên qaçax derbasî Pakistanê bûne 1 milyonî derbas kiriye. Tê diyarkirin ku piraniya vê hejmarê jin û zarokan pêktînin.
Di nav welatiyên Afganî yên ku wek penaber bi qaçaxî derbasî Pakistanê bûne, aktîvîstên mafên jinan, hunermend, rojnamevan, xebatkarên rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî hene. Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de penaberên Afgan ên ku tê gotin li Pakîstanê şert û mercên wan ên jiyanê pir xerab in, neçar dimînin ku bêyî ku xwedî mafek bibin jiyana xwe bidomînin. Hat diyar kirin ku penaberên Afgan ên ku tê gotin li Pakistanê xwedî şert û mercên jiyanê ya pir xerab in, neçar dimînin ku bêyî xwedî mafek bin jiyana xwe bidomînin.
Nikarin destûra rûniştinê bistînin û binpêkirinên jiyan dikin derbasî qeydan bikin
Tê diyarkirin ku li Pakistanê piranî penaberan li bajarên Îslamabad, Peşawer, Rawalpindî, Karaçî, Lahore û Quetta tên cem hev û penaberên Afganî yên ku di warê madî û aborî de zehmetiyên jiyan dikin, bi rişwetê tên tehdîdkirin.
Tê ragihandin ku ji koçberên Afganî re destûra rûniştinê nayê dayîn û binpêkirinên ku rû bi rû dimînin derbasê qeydên polîsan nabe.