Di 8’ê Adarê de emê bi performansa xwe ye dansê li qadan bin

Jin bi hev re di nava civakê de bi hêze. Li navçeyan jin wê bi çalakiyan hebûna xwe nîşan bidin. Yek ji endamên vê komê li Îzmirê Mehtab Alişan dibêje; “Me di şert û mercên pandemiyê de xwe amadekiriye, pêvajoya amadekariyê ji ber em cardin di dema pandemiyê dene dibêjin me deng dernexwin, bi vekirî dixwazin me paşde bi kêşin, lê belê me qad, meydan û tax qet nehêlane vale.”

 
 
RUYA HUSEYÎNOGLU
İzmir- Xebatên jinan yên heta civakek bi hêz beriya dû salan destpê kiriye. Mehtab Alişan yek ji wan endamane ku dibêje “Em dest ji mafên xwe yê jiyanê û destkeftiyên xwe qet bernadin û ji bo vê hîn zêdetir emê têkoşina xwe bilindtir bikin.” 
Mehtab ji destpêkê heta niha di xebatên jin bi hev re bi hêze de cihê xwe girtiye. Me li gel wê hem di derbarê avakirina wê di eksena xebatên di nava civakê de tevgera jinê, hem di şideta kurahiya pandemiyê û qeyarana aborî hem jî bi nêzbûna  8’ê Adarê li Îzmirê em li ser pêvajoya amadekariyê axivîn.  
Mehtab Alîşan di destpêka axaftina xwe de behsa ka çawa jin bi hev re bi hêzin ava kiriye kir û got: “Destpêkê ‘Jin Bi Hev re bi hêzin’ li Îstanbolê bi wesileya civînekê destpê kir. Di wê demê de ev civîn li Îzmîr û li gelek deverên Tirkiyê  gelek jin û gelek rêxistinên jinan bejdar bûn. Lê wê derê cewheriya jinê û civatek derket holê. Dema em hatin Îzmirê me got emê çawa wan rêxistin bikin, emê çibikin me serê xwe gelek êşand. Minak ez jinek serbixwe me divê jin jî ne di tû saziyan debe,  bêyî ku were ferq kirin hemû fikran bigre nava xwe cihek yê jinan hebe û bi kare gotinên xwe bêje hebe. Ev jî bu sedem ku jin bibe xwediyê qadek ku xwe baş û rihet îfade bike.”  
“Me bi hevre dît ku em bi hevre bi hêzin” 
 Mehtabê diyar kir ku di nava Jin bi hevre bi hêzin gelek pilatformên ji hev cûde yan jî insyatîf hene. Mehtab diyar dike ku di nava civakê de hemû kes bi azad nêrinên xwe pêşkêş dikin. Ew pêşniyarên ku derdikevin holê em bi awayek kolektîf pêş dixin û wiha got: “ Ev navend ne ya yekê yan jî ya saziyekê ye, ev çêkerek ku em bi hevre çêdikîne. Ev 2 sale em çalakiyên refleks dikin. Em li dijî hemû curên cînayeta jinan û li dijî pirsgirkên jinan çalakiyan pêş dixin. Em dixwazin formata çalakiyan ji şêweyê daxuyaniyên çapemeniyan derbixin. Li cihê vê ji performans yan jî text xwendinê zêdetir em hewil didin ku rêbazên cûda pêş bixin. Li cihê ku em lê sekinine em hewil didin hilberînin jî. Bi rastî ji me bi hevre dît ku em bi hevre hêzin.”
“Me meydan, qad û tax qet nehêlaye vale” 
Mehtabê bal kişand li ser bi taybet şert û mercên pandemiyê dikin bihane da ku jin gavek paşde bikêşin û wiha dom kir: “Demê pandemiyê bo demê rêjeya fikarên me herî zêde. Beriya salekê, Me dikarî bi rihetî em dakevin qadan. Pîştre jî bû demê pandemiyê û em ketin malên xwe de. Di encamê de di nava komên me de yên temenê wan ji 65 salî zêdetir û 20 salî kêmtir jî heye. Ew di wê pêvajoya zehmet de tevlî çalakiyên me nebûn. Di heman demê de sezakirin jî bi xwe anî. Lê belê ev sezayane li gora kê û li gora çiye ew ji cihê hizirînê ye. Dema em çalakiyan dikin em gelek zoriyan dikêşin. Şert û mercên pandemiyê qey tenê ji bo ew kesên çalakiyan dikin derbazdare. Em dixwazin di hinek çalakiyan de performansan bidin nîşandan, lê belê dibêjin me pandemî heye. Em dixwazin muzîkan çêbikin û stranan bêjin, cardin dibêjin me ji ber demê pandemiyê ye hun nikarin deng derbixin. Dixwazin gav bi me bidin şunde avêtin ev vekirî li holê ye. Lê belê me qet meydan, qad û tax nehêlane vela. Di vê demê de gelek jin hatin qetil kirin. Me qet dest jî li taxan anîna ziman ne berda.”
“8’ê Adarê em di amadekariyek ne diyar dene”
Herî dawiyê Mehtab dibêje beriya roja 8’ê Adarê li Îzmirê amadekariyê wan û bernameyên jin bi hev re ber bi civakek bi hêz ve bi mere parve kir: “Niha bi hatina 8’ê Adarê re em di amadekariyek ne diyar dene. Em bernameyekê amade dikin, lê em nizanin wê ev bername were nîşandan yan ne em nizanîn. Ji ber bi pandemiyê re her car em bi çalakiyan tên ezmun kirin. Niha em performansek xweş ya dansê amade dikin. Pîştî meşê, di vê demê sitres û bi fikar de emê bi hevre dans bikin. Emê li roxmê pandemi jî dest ji li qadan bernedin. Emê roja 8’ê Adarê cardin dakevin qadan û emê li taxan bin. Em dixwazin ku hemû jinên havalên me û hemû xuşkên me li gel me li qadan dest bidin destê hevdû. Ji ber em dizanin ku jin bi hevre bi hêzin.”