Rojnamegerên jin tên hedefgirtin

Nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren der barê zextên li dijî rojnameger û ajansan de axivî, da zanîn ku bi taybetî rojnamegerên jin tên hedefgirtin û got ku kes nikaribûye dengê wan bibire dê desthilatdariya heyî jî nikaribe dengê wan kêm bike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 25'ê Cotmehê li 9 parêzgehan di serdegirtina malan de Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS jî di nav de 6 jê jin 11 rojnameger hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên ku dema binçavkirina wan hat dirêjkirin Zemo Aggoz, ji ber bertekên ku nikaribû şîr bide pitika xwe ya 45 rojî bi şertê hepsa malê hat berdan, rojnamegerên din hê di di bin çavan de ne. Di dîmenên ku di çapemeniyê de hatin nîşandan de, hat dîtin ku li rojnamegeran îşkence hatiye kirin, rojnamegerên ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku îşkenceya li dijî wan li qereqolê jî berdewam kiriye.

Rojnamegerên jin tên hedefgirtin!

Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a ku di dosyayek cuda de cezayê wê hat teqezkirin, roja ku hat binçavkirin hat girtin. Dima wê birin girtîgehê lêgerîna tazî li ser hat ferzkirin. Derya Ren a ku li dijî lêgerînê li ber xwe da û qebûl nekir ji aliyê 5 gardiyanan ve hat derbkirin, hemû rojnamegerên jin rastî îşkenceyê hatin. Ji rojnamegerên di binçavan de Bêrîvan Altan, Oznur Deger û Dîren Yurtsever jî dîsa rastî îşkence û gefên polîsan hatin.

Ajansa Nûçeyan a Jinê JINNEWS'ê ku di nava 5 mehan de du caran rastî operasyona binçavkirinê hat, bi zextên her demî re rûbirû ye. Xebatkarên ajansa ku bi operasyonên herî dawî re 3 nûçegihanên wê hatin binçavkirin, tevî her cure zehmetî û zextan jî karê xwe didomînin. Ji nûçegihanên ajansê Medya Uren diyar kir ku di binçavkirinên dawî de bi taybetî rojnamegerên jin hatine hedefgirtin. Medya Uren anî ziman bi taybetî îşkence li jinan tê kirin, bal kişand ku jinên rojnameger ên hatine binçavkirin jî li dijî van îşkenceyan serî natewînin.

‘Di nava 5 mehan de rastî bi dehan zext û sansurê hatin’

Medya Uren diyar kir ku polîtîkayên êrîşê yên li dijî wan ne cara ewil e û ne jî ya dawî ye, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Hewldanên bi zorê serî tewandina hevalên me, îşkenceyên li wan tên kirin hemû wêneyê pêvajoya li pêşiyê nîşan didin. Heya ku ev bêdengî berdewam bike dê hem qedexe û hem jî êrîşên li ser çapemeniyê berdewam bikin. Dema ku qanûna sansurê ya hatibû qebûlkirin di meclisê de hat axaftin, 16 hevalên me hatin girtin. Di 5 mehên dawî de gelek caran bi ser buroyên me de girtin û hevalên me hatin binçavkirin. Dîsa ajansên me hatin astengkirin, rojnameyên me hatin desteserkirin. Di nava vê salê de em rastî gelek zext û êrîşan hatin. Piştî qebûlkirina vê qanûnê vê carî jî 11 hevalên me hatin binçavkirin.”

‘Ji bo veşertina rewşa heyî ya têkçûyî êrîşê çapemeniyê dikin’

Medya Uren, diyar kir ku her cara desthilatdarî dikeve tengasiyê, ji bo veşartina rewşa xwe, êrîşê gelê Kurd û çapemeniya azad dike û wiha axivî: “Ev pêvajo polîtîkayên li ser gelê Kurd jî bi awayekî herî zelal nîşan dide. Dixwaze bi van êrîşan hilweşîna xwe veşêre û eşkerebûna tiştên diqewimin asteng bike. Hem ji ber nêzbûna bidawîbûna Lozanê, êrîşên li derveyî sînor tên jiyîn û dîsa tecrîdek di nava gel û li girtîgehan heye. Li dijî vê pergal bi qeyranê gel birêve dibe. Ji ber ku qeyranên aborî, civakî û siyasî yek li pey hev kûr dibin, ji bo veşartina vê jî wekî her car êrîşê çapemeniyê bike.”

‘Kes nikare dengê me bibire’

Medya Uren bal kişand ku çapemenî di ragihandin û eşkerekirina binpêkirinên mafan de roleke pir  girîng dilîze û diyar kir ku gel bi riya van nûçeyan heqîqetê hîn dibe. Medya Uren, anî ziman ku tevî êrîşan jî ew di nivîsandina nûçeyan û kişandina dîmenan de bi israr in û herî dawî wiha axivî:

“Bi dengê çapemeniyê gel her tiştî hîn dike. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di delîlan de ev yek hat îsbatkirin. Demeke dirêj li qadan nûçeyên der barê çekên kîmyewî de hatin belavkirin û daxuyanî hatin dayîn. Xwestin bi van êrîşan çapemeniyê bêdeng bikin. Lê em dixwazin careke din vê bibêjin; ev zextên tên jiyîn ne yên nû ne, ji salên 90’î heta niha buroyên me hatin şewitandin, hevalên me hatin girtin û cînayetên kiryar nediyar hatin jiyîn. Kes nikaribû dengê me bibire dê ev desthilatdarî jî nikaribe dengê me bibire.”