Di 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de banga “Şoreşa femînîst”
Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê li lidarxistin di roja xwe ya sêyemîn de bi rêzeatolyeyên li ser girîngiya hişmendiya femînîst, didome. Di Konferansa Jinan a Cîhanê de banga şoreşa femînîst hat kirin.
ZOUHOUR MECHERGUÎ
Tûnis – Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê li lidarxistin di roja xwe ya sêyemîn de bi atolyeyên ku yek ji wan li ser girîngiya hişmendiya femînîst e ji bo çareserkirina binpêkirinên li dijî jinan û ya din jî li ser krîza Kamerûnê û bandora wê li ser jinan e, didome.
Çalakiyên roja duyemîn a 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li navenda çandî ya Mehmûd El-Mesûdî ya li Tûnisê dest pê kir û rêzek atolye û pêşangehek ji berhemên hin welatan, bi taybetî ji welatên Afrîqayê dihewîne û wê hin tabloyên hunerî bên pêşandan.
Di yek ji atolyeyên konferansê de rewşa jinan li cîhanê û êşên wan ên hevbeş hatin gotûbêjkirin, ji ber ku beşdarên ji neteweyên cihê yên cîhanê hevbîr bûn ku pirsgirêkên jinên kedkar hinekî dişibin hev û piraniya wan rastî hemû şêweyên êrîşa zayendî û destdirêjiyê tên û mûçeyên kêm distînin.
Beşdaran teqezî li ser girîngiya xebatên hevbeş di navbera femînîstên cuda yên cîhanê de kirin û li dijî hemû siyasetên şaş ên ku mafên jinan binpê dikin û wan weke amûrek ji bo bidestxistina desthilatdariyê dibînin şoreşek pêk bînin. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî zilma desthilatdariyê li hemû cîhanê hişmendiyeke femînîst a hevgirtî hewce dike.
Piştgiriya jinên Filistînî
Ji aliyê din ve beşdaran piştgiriya xwe ya teqez ji jinên Filistînî re di şerê li dijî "dagirkeriyê" de nîşan dan û diyar kirin ku doza wan mafdar e.
Endama Ofîsa Siyasî ya Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê Meryem Ebû Deqa ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ev atolye ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmê, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Ewropayê ye. Jinên Fîlîstînî di bin zilma dagirkeriyê de dijîn û ji ber vê yekê pêwîst e ronîkirina êş û azarên wan ji bo eşkerekirina polîtîkayên emperyalîst ên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brîtanyayê ku dijminê hemû gelên cîhanê ne. Jinên Fîlîstînî 74 sal in li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên hovane yên ku ji aliyê Londonê ve bi Danezana Balfour ve hatin afirandin û niha ji aliyê Waşhîngtonê ve tê piştgirîkirin, têdikoşin. Sûriye, Iraq û welatên herêmê wêran kirin, ji bo kontrolkirin, parçekirin û talankirina dewlemendiyên navçeyên me dagir kirin. Em azadiya welatê xwe dixwazin ku wê tevkariyê li azadiya jinan bike, li ku derê jin bigihîjin serkeftinê ji bo me û hemû gelan serkeftin e.”
Meryem Ebû Deqa li ser êş û azarên girtiyên jin û mêr ên di girtîgehên Îsraîlê de, êşa Filistîniyên li Xezayê ku nêzî 16 sal in ji aliyê dagirkeriyê ve hatine dorpêçkirin axivî her wiha behsa jinên Filistînî û azarên wan ên li penaberiyê kir û bal kişand ser mafê wan ê vegerê li kêleka hemû Filistîniyên ku ev zêdetirî 70 sal in koçber bûne.
Rewşa jinan a li Kamerûnê hat nîqaşkirin
Di atolyeya duyemîn de rewşa jinan li Kamerûnê hat nîqaşkirin, tê de beşdaran behsa rewşa trajîk a jinan li wir ji ber belavbûna komên çekdar, teror û kaosê kirin û banga xebata ji bo parastina jiyana jin û zarokan li herêmên şer kirin.
Beşdaran daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kirin. Her wiha daxwaz kirin ku rê bidin êxistinên mirovî da ku alîkariyê pêşkêşî penaber û sivîlên ku ji şer ziyan dîtine bikin.
Di atolyeyê de behsa bûyera şewitandina 520 gund û malên bi destên artêşê, di heman demê de ku zêdetirî milyonek sivîl koçber bûn, zêdetirî 100 hezar kes jî neçar man koçî Nîjeryayê bibin, 4 hezar sivîl bi awayekî keyfî hatin girtin, û zêdetirî 20 hezar kes ku di nav wan de jin, zarok û kesên astengdar hebûn hatin îdamkirin, hat kirin.
Beşdaran li ser girîngiya destpêkirina kampanyayên parêzvaniyê ji bo jinên li Kamerûnê li hev kirin da ku êşên wan ji cîhanê re ragihînin, nemaze li herêmên ku bi zimanê îngilîzî diaxivin.