DFG û MKG'ê banga serbestberdana rojnamevan kirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevan ên li Stenbol û Îzmîrê dan û banga demildest berdana wan kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Stenbol û Îzmîrê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de hejmareke zêde ya rojnamevanan hatin binçavkirin.

Di serdegirtinan de rojnamevan Zeynep Kûray, Bulent Kiliç,Gokhan Kam, Hayrî Tunç û nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul û nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn, nivîskarê BîrGun Bariş Înce, nûçegihana Sendîka.org Zîşan Gur û nûçegihanê wênevaniyê Kurtuluş Arî hatin binçavkirin. 

DFG û MKG'ê xwestin rojnamevanên binçavkirî demildest bên berdan. 

DFG’ê, êrîşên li Stenbolê yên li dijî rojnamevanan û pêkanînên sansurê yên RTÛK û BTK’ê nirxand û diyar kir ku ew binçavkirina rojnamevanan qebûl nakin. 

Li aliyê din MKG'ê zextên li ser çapemeniyê şermezar kir û destnîşan kir ku rojnamevan erka xwe ya agahdarkirina raya giştî didomînin û li dijî bêhiqûqa heyî banga hevgirtinê li raya giştî kir.