DFG: 21 rojnameger hatin binçavkirin

Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat diyarkirin ku 21 rojnameger hatine binçavkirin, 3 ji wan jî hatine girtin.

Amed – Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat gotin ku 3 rojnamevan hatine girtin, hejmara rojnamevanên girtî bû 40 û 21 rojnamevan jî hatine binçavkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Mijdarê aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin tayînkirin, zext û binpêkirina mafên li dijî rojnamevanan di meha Mijdarê de zêde bûye. Hat diyarkirin ku di çalakiyên li dijî qeyûman de gelek rojnamevan rastî êrîşê hatine û rojnamevanji aliyê polîsan ve hatine astengkirin.

 ‘21 rojnamevan hatin binçavkirin’

Di raporê de hat diyarkirin ku bi piranî rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û hat gotin ku tenê di meha Mijdarê de 21 rojnamevan hatine binçavkirin.

‘40 rojnamevan girtî ne’

Di raporê de hat diyar kirin ku der barê 8 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, doz li 6 rojnamevanan hatiye vekirin, 2 rojnamevan bi cezayê pere yê giran hatine cezakirin, di 44 dosyeyan de 98 rojnamevan hê tên darizandin û heta 2’yê kanûnê hejmara rojnamevanên girtî bûye 40.