Li Binarê Qendîlê 1’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê û Xwarinên Kurdewarî

Amadekariyên 1’emîn Mihrîcana Giyayê Biharê û Xwarinên Kurdewarî ya Binarê Qendîlê temam bûne. Biryare îro bi beşdariya girseyî ya xelkê, hunermend, çalakvanan destpê bike û heta 9’ê mehê bidome.

Qendîl – Biryare îro 1’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê û Xwarinên Kurdewarî ya Binarê Qendîlê destpê bike. Qomîteya amadekar ragihand ku hemû amadekariyên mihrîcanê temam kirine û hewl didin bi awayek rêk û pêk û serkeftî li dar bixin.

Endama Komîteya Amadekariya 1’emîn Mihrîcana Giyayê Biharê û Xwarinên Kurdewarî Serwîn Celal ji ajansa mere axivî û got: “Armanca sereke ya vê mihrîcanê nasandina giyayê biharê û xwarinên kurdewarine. Her wiha parastin û belavkirina çanda taybet a herêmê ye û piştgirîkirina bazirganiya berhemên Binarê Qendîl e.”

‘Di mihrîcanê de gelek çalakiyên din jî hene’

Serwîn Celal wiha got: “Di mihrîcanê de ne tenê wê xwarin û giya werin nasandin, gelek çalakiyên cûr be cûr jî hene. Di nav de dê semîner li ser jingeh û zanista jin were dayîn, bernameyên stranbêjan, govend, hunermend Nasraw Feteh Sewzewarî û Zamû Dara, her wiha siwarbûna li hesp, şêwekarî û pêşbirgên cûda û çalakiyên taybet ên zarokan dê werin li darxistin.”

Serwîn Celal diyar kir ku eve cara yekeme Binarê Qendîl maluvanyê ji vê Mihrîcanê re dike û pilan dikin ku di salên bê de jî ev mihrîcan bibe salane. Da ku piştgiriya pêşveçûna çand û geştiyariyê li heremê bike.