Dewreya perwerdeyê ya li Şengalê bi dawî bû

Li Şengalê bi tevlibûna 10 jinan ji bo 15 rojan dewreyeke perwerdeyê ji aliyê TAJÊ ve hatibû destpêkirin û îro bi dawî bû. Jinên ku tevli perwerdeyê bûn diyar kirin ku bi perwerdeyê mirov bi pêş dikeve.

Şengal-Di 11’ê Hezîranê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi tevlibûna 10 jinan li Akademiya Şehîd Binevş Agal a Şengalê ji bo 15 rojan dewreyeke perwerdeyê hatibû destpêkirin. Di dewreyê de mijarên weke dîroka jinan, rastiya Rêbertî, dîroka Êzidayetiyê, parastin, şerê taybet, welatparêzî û hwd. hatin dayîn.

Dewreya perwerdeyê ku beriya 15 rojan hatibû destpêkirin îro bi dawî bû. 

Di nava salê de gelek dewre tên vekirin

Di roja dawî ya perwerdeyê de berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha got: “Îro roja dawî ya perwerdeyê ye. Di nava salekê de em gelek dewreyên perwerdeyê vedikin. Jin ji her alî ve kedê didin lê bes keda wan nayê dîtin. Jin kedê didin lê nizanin bi rêxistin bikin, nizanin bînin ziman. Sedema vê yekê ne perwerdebûna jinan e piştî fermanê jinên Êzidî rabûn ser piyan hê jî pirsgirêka me ya perwerdeyê nehatiye çareserkirin. Di hemû saziyên me de pirsgirêka perwerdeyê heye. Wek TAJÊ armanca me bi perwerdeyê ew e ku em jinan zana bikin wan bi pêş bixin, bikin xwedî îrade. Jineke ne perwerdekirî nikare bibe xwedî îrade, nikare zana bibe, xwedî sekn, helwest û xwedî parastin be. Jina ne perwerdekirî nikare li ber xwe bide, nikare bibe xwedî doz. Ji bo ku jin di doza xwe de paşve gav navêjin divê werin perwerdekirin û xwe perwerde bikin. Dewreyên perwerdeya me li ser van esasan tên vekirin. Di vê civakê de erka mezin dikeve ser milên jinên ku di van derwereyan de perwerde dibînin.”

‘Em bi perwerdeyê bûn xwedî îrade’

Ji aliyê din ve jinên ku tevli perwerdeyê bibûn der barê dewreya perwerdeyê de ji ajansa me re axivîn.

Lîza Şengal diyar kir ku 15 rojan di Akademiya Şehîd Binevş Agal de perwerde dîtine, perwerdeya wan gelek baş derbas bûye û ev tişt anî ziman: “Di peweredeyê de me gelek tiştên ku berî niha nizanibûm min bîhist. Yek ji van dersan jî dîroka Êzidayetiyê bû ku bêtir dîrok, çand û exlaqê baweriya xwe fêr bûm. Di vê perwerdeyê de me hîn zêdetir rastiya jinan nas kir. Berê em ewqas ne têgihiştî bûn, nikaribûn bibin xwedî îrade lê bes bi saya perwerdeyan em gihîştin wê astê, bûn xwedî îrade. Êdî em baş dizanin ka ji bo çi jin divê xwe baş perwerde bikin. Daxwaz û hêviya min ew e ku hemû ciwanên me xwe perwerde bikin.”

‘Ger em xwe perwerde nekin em ê winda bibin’

Têkildarî heman mijarê Merwa Şengalî jî ji bo perwerdeyê ev nirxandin kir: “Îro roja dawî ya perwerdeyê ye û perwerdeya me pir baş derbas bû. Di perwerdeyê de em gelek tiştên ku çand, bîr û baweriya me û jinan eleqedar dike fêr bûn. Ez bang li her ciwanên Êzidî dikim bila tevli perwerdeyan bibin û xwe ji aliyê zanebûnê ve bi pêş bixin. Perwerde cihê pêşketinê ye. Bi rastî jî bi saya perwerdeyê me dît ku jin xwedawend e û afrînera her tiştî ye lê bes ji hêla desthilatdariya mêr ve hemû tiştên jinan ji destên wan hatine dizîn. Ez bang li hemû jinên Êzidî dikim ku tevli perwerdeyan bibin û xwe bi pêş bixin. Ger em xwe perwerde nekin em ê winda bibin.”