“Dewletên berpirsyarên vê êrîş bila werin çeteyên xwe bibin û ceza bikin”
Dayikên şehîdan ên ku zarokên wan di şerê li dijî DAIş’ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne der barê êrîşên dawî yên çeteyên DAIş’ê li Hesekê nêrîna xwe anîn ziman û gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê ji hemû welatên cîhanê di girtîgehên herêmê de hene loma hemû dewlet berpirsyar in. Bila werin çeteyên xwe bibin û wan ceza bikin em ne mecbûr in êdî zarokên xwe di van êrîşên wiha de winda bikin û ew jî li welatên xwe rehet bijîn.”
ROJ HOZAN
Qamişlo-Çeteyên DAIş’ê di 20’ê Çileyê de êrîşî girtîgeha çeteyan li taxa Guwêran a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û ji wê rojê ve li bajêr pevçûn didomin. Gelê hêrêmê bi salan e li hemberî van çeteyan bi kîn e, ji ber bi salan ev civak ji ber kiryarên wan êşên mezin dikşînin û zarokên xwe di berdêla şerên li dijî van çeteyan de winda kirine. Dayikên şehîdan bazarên dewletên navneteweyî yên der barê mijara van çeteyan de qebûl nakin, bihaneyên wan red dikin û her daxwaza wan ew e ev çete welatiyên kîjan dewletê bin wan bibin wê derê û cezayê xwe bigrin. Dayikên şehîdan ên ku zarokên wan di şerê li dijî DAIş’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne têkildarî êrîşên dawî yên çeteyên DAIş’ê nêrîna xwe anîn ziman.
“Em qebûl nakin ku careke din ev teror zindî bibe û civaka me tehdît bike”
Gulistan Elî dayika şehîd Kadoz têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Guwêranê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Îro ji hemû dewletên cîhanê çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên me de hene û tu dewlet berpirsyariya hemwelatiyên xwe nagire ser milên xwe. Ev şanayên razayî yên DAIŞ’ê beriya vê êrîşê xwe birêxistin kirine û alîkarî dîsa ji dewletên weke Tirkiye û rejîma Sûriyeyê digerin. Em hemû dizanin DAIŞ di aliyê leşkerî de têk çûbû gelo ma ewqas çek ji ku anîn? Teqez ji dewleta tirk anîn, çekê ku çeteyên DAIŞ’ê di vê êrîşê de bi wan şer dikin ên dewleta tirk in. Piştî ewqas salên şer li dijî DAIŞ’ê ku di encamê de zarokên me şehîd bûn û sivîl hatin qetilkirin û revandin, îro em qebûl nakin dîsa ev teror zindî bibe û civaka me tehdîd bike. Me berdêlên giranbuha dane me kezebên xwe dane ji bo em jiyana azad bijîn îro em ê bindestiyê li ser xwe qebûl nekin. Em hemû xetera DAIŞ’ê dizanin bê çawa mirovan qetil dike û direvîne lê bila dewletên cîhanê jî bizanibin ku ger rewşa van çeteyan wisa bê cezakirin mabe wê li welatên wan jî şer derkevin. Îro dora me ye sibe wê dora wan jî bê. Mirov ji van êrîşên dawiyê ferq dike ku hemû dewlet bêxem in di mijara van çeteyan de. Heya roja îro me şehîd dane û zarokên me yên din jî di nava şerê li Hesekê de hene. Bila zarokên me biçin rûmeta xwe biparêzin ev erka wan e lê bila dewletên cîhanê ji me dayikan fedî bikin êdî.”
“Bila dewletên navneteweyî çeteyên xwe bibin”
Gulistan Elî bêdengiya dewletên navneteweyî der barê van êrîşan de şermezar kir û daxwaz kir ku werin hemwelatiyên xwe yên çete bibin û wan ceza bikin û wiha pêde çû: “Hemû dewlet baş dizanin dewleta tirk alîkariya çeteyan dike û wan dişîne herêmên me çima rê li ber nagirin? Ji ber ew jî şirîk in û heya ji wan tê alîkariya çekan ji wan re dişînin. Ew naxwazin aramî li Sûriyeyê çêbibe û her dixwazin şer di tevahî Rojhilata Navîn de gur bibe. Dikarin di çend deqeyan de van çeteyan tune bikin û bela wan ji serê me vekin lê ew vê yekê jî nakin. Hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe li herêma me dimînin, tu kes ji xêra xwe li vir nîn e hemû li ser axa me bazaran dikin û petrola me li xwe belav dikin. Em li ser axa xwe ne me êrîşî tu welatên din nekiriye, çima ewqas hovîtî û dagirkerî li ser axa me çêdibe? Mirov dikare bibêje Sûriye bûye mîna berxekî ketiye erdê û li derdora wê kêr pir bûne. Îro goristanên me tijî şehîd in û piraniya şehîdan di şerên li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hemû xwedî malbat in xwedî zarok in û ciwan in. Em nema tehemul dikin zarokên me li pêş çavên me bi destên DAIŞ’ê winda bibin. Bila dewletên navneteweyî yan çeteyên xwe bibin yan jî dadgehek ji van çeteyan re çêbikin. Hemû dewletên navneteweyî berpirsyar in di vê êrîş û komkujiyê de. Em ê jî heya dawiyê bi xwe ve û zarokên xwe ve li ber xwe bidin û em dizanin dê serkeftin para me be.”
“Dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên dagirkirî anî ba hev û bi wan êrîşî Hesekê kir”
Dayika şehîd Leheng Henîfa Hesen wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: “Hemû civakên herêmî û navneteweyî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi planên qirêj li hev kirine, li derdora me hemû şer e. Wijdanê mirovahiyê tune ye ger wijdanê wan hebûya wê bigotana zarokên vê herêmê hemû di şerê li dijî van çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne û mafê wan heye azad bijîn lê mixabin hemû bêwijdan in. Niha jî zarokên me di çeperên şer de ne ev ji bo me serfirazî ye. Bedena me li mal e lê kezeba me di şer de ye. Amerîka qaşo ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê ye lê ew bi vê hincetê tenê hebûna xwe li herêmê diparêze. Em baş dizanin kê DAIŞ çêkir û anî Sûriyeyê. Dewleta tirk bi salan e di bin sîwana DAIŞ’ê de bi me re şer dikir lê piştî ku DAIŞ di aliyê leşkerî de têk çû bi xwe daket meydanê. Niha jî dîsa dixwaze çeteyan zindî bike. Wan ji herêmên dagirkirî weke Sekêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dane hev û şandin ku êrîşke bi vî rengî li Hesekê çêbibe. Em bi rastî dibêjin em nema dikarin van DAIŞ’yan li ser axa xwe qebûl bikin, xwedî bikin û dewletên din li welatên xwe rehet dijîn. Bila çeteyên xwe bibin û li gel xwe doza wan çereser bikin. Em êdî ne mecbûr in mirovên civaka xwe bi van êrîşên wiha winda bikin. Weke dayikên şehîdan heya ji me bê em ê piştgiriya zarokên xwe yên şervan bikin û ji wan re dibêjin her serkeftî bin.”