Dewleta Tirk wesayîda rojnameger tê de bûn bombe kir

Dewleta Tirk li Silêmaniyê wesayîda ku rojnameger tê de bûn, bombe kir. Di êrişê de li gorî agahiyên destpêkê du rojnameger jiyana xwe ji dest dane 6 rojnamger jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk li Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Kurdistanê wesayîda rojnamegeran bombe kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê di êrişê de 2 rojnameger jiyana xwe ji dest dane 6 rojnamger jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê, nasnameyên rojnamegerên mirine û yên birîndar bûne jî nehat zanîn.