Dewleta Tirk û çeteyên wê li dîwarên berxwedaniya jinan dikevin – ANALÎZ
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jinên ku li dijî zagona mêr liberxwe didin, êrîş didome. Her ku êrîş li diwarên berxwedaniyê dikeve, hîn zêdetir dibe. Jin digel hemû êrîşan jî dev ji tekoşîna xwe bernadin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Berxwedanî… ev peyv di van salên dawî de herî zêde li jinên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê. Berxwedana jinên li hemberî her paşverûtiyê disekinin, dibêjin “Ez ê nebim ya ku hûn dixwazin, ez ê bi vî awayî neçim” û “Ez jî livir im” li ser axa wan diyar dibe. Jinên ku dixwazin vê sedsalê bikin sedsala jinê û bi wêrekî dengê xwe hemû cîhanê didin bihîstin, destana şoreşa xwe dinivîsinin. Jinên ku zagona mêrtiyê hilweşandin di qada jiyanê de pratîkî nîşan dan ku dê çawa jiyanek wekhev ava bibe. Ji ber vê yekê li dijî jinan êrîş bê rawestin berdevam dike. Êrîş her çend li dîwarên jinan dikeve ewqas girantir dibe.
Êrîş zêdetir bûn
Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdara 2024’an de li dijî bajarê Helebê êrîşek dagirkeriyê da destpêkirin. Êrîşên ku hatin destpêkirin roj bi roj bi qonaxeke cuda re derbas dibe, li dijî HTŞ’ê ya ku dewleta Tirk destek dike, xweparastina topyekûn hate destpêkirin. Di heremên Rêverberiya Xweser ku dibe hedefa êrîşan berxwedanek mezin heye.
Di sala 2018’an de dewleta Tirk êrîş bir ser kantona Efrînê û bi çeteyên girêdayî xwe ve Efrîn dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê ji 200 hezarî zêdetir kes neçar ma koçî Şehbayê bibe. JŞehbaya ku di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye û li sê derdorê vê bi çeteyan dorpêçkiriye heya dawiyê hem tekoşîna jyanî dan hem jî li dijî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li berxwe dan. Herî dawî bi dagirkirina Helebê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve, Şehba li çar milan hat dorpêçkirin. Di 2’ê Kanûnê de jî êrîşên li ser herêmên Til Rifat û Şehba zêde bûn. Ji ber dagirkeriyê gelê Efrînê cara duyemîn neçar ma koç bike. Ev hemû geşedan û wêneyên ku jinên li ser rêyên koçberiyê nîşan didin, diyar dikin ku tiştek mîna ya berê diqewime. Bi taybetî pêkanîn û axaftinên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser medyaya dîjîtal li dijî jinên birîndar ên dîl ên Heleb-Şehbayê careke din nîşan da ku armanca van êrîşan jin û destkeftiyên wan in.
Jin dîl hatin girtin
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku di êrîşan de gelek jin ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin. Jinên dîl hatin girtin ji aliyê çeteyan ve li ser dîjîtal medyayê weke amûrê propagandayê hat bikaranîn, di vîdyoyên ku hatin parvekirin de çeteyan hêrsa xwe ya li dijî jinan bi gotinên ‘em ê we dîsa di bazaran de bifroşin’ anîn ser ziman. Polîtîkayên şerê taybet ê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ne, jinên hatine dîlgirtin û li ‘bazaran’ hatine firotan, jinên pêşeng ên hatine qetilkirin û pêkanînên dermirovane yên li hember wan, bi van gotinan careke din hatin rojevê.
Dewleta Tirk a ku ji sala 2014’an û vir ve piştgiriya wî ya ji bo çeteyan bi awayekî vekirî xuya dike û tê zanîn, ji bo desthilatdariya mêr li dijî Şoreşa Jinê bi bandor bibe serî li her rêbazê dide. Dijminatiya jinê bi pêkanînên dijmirovahî xwe bi awayekî berbiçav nîşan da. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên ku her kesê ku li dijî desthilatdariya xwe dijmin dibîne, di êrîşên xwe de bi hedefgirtina jinan peyamên xwe dan. Di polîtîkayên ku li ser esasê qetilkirina jinan tên meşandin de, stratejî jî li ser bedena jinê şekil girtiye. Ev pêkanîn ku li Tirkiyeyê kevneşopiyeke dewletê ye, ji salên 1980’î ve tê meşandin.
Îşkence li bedenê jinan hat kirin, bedena wê hat teşhîrkirin
Bi hikûmeta AKP’ê re di serdema qedexeyên derketina derve de polîtîkaya der barê jinan de ji nû ve zindî bû. Jin li nava kolanan bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Laşên wan ên tazî bi rêya hesabên medyaya dîjîtal hatin teşhîrkirin. Yek ji van jinan Ekîn Wan (Kevser Elturk) bû. Navê wê di 10’ê Tebaxa 2015’an de hat bihîstin. Cenazeyê wê îşkence kirin. Wêneyên tazî û îşkenceya wê li ser medyaya dijîtal hatin weşandin.
Wê demê ne tenê ji bo cenazeyên şervanan her wiha ji bo jinên sivîl jî pêkanînên bi vî rengî dihatin kirin. Di dema "qedexeya derketina kolanan" a li Silopiyayê de Taybet Înan a 50 salî li ber deriyê mala xwe bi guleyan hat qetilkirin. Taybet Înan bi çend metreyan dûrî zarokên xwe di nava kolanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li ber çavên hemû cîhanê hat sekinandin. Di dawiya 7 rojan de Taybet Înan hat definkirin.
Hevrîn Xelef bi awayekî hovane hat qetilkirin
Salên dawî bi mînakên ku bedena jinê veguherandiye qada şer tije ye. Hevrîn Xelef yek ji van navan bû. Wesayîta ku Hevrîn Xelef tê de bû ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hate rawestandin. Wêneyên hovane yên piştî ku Hevrîn Xelef ji wesayîtê hat derxistin, kêlî bi kêlî hatin tomarkirin. Hevrîn Xelef a bi îşkenceyê hat qetilkirin, 35 salî bû û di qadên wekî mafên jinan, ekolojî û reforma çandiniyê de dixebitî.
Amara Rênas
Raya giştî bi qetilkirina endama YPJ'ê Amara Rênas (Azîze Celal) navê wê bihîst. Kiryarên wê bi kiryarên Hevrîn Xelef re heman bûn. Çeteyên qatîl dîmenê îşkencekirina cenazeyê endama YPJ'ê Amara Rênas a ku ew qetil kir, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Amara Rênas li gundê Çelbê yê Kobanê hat qetilkirin.
Vîdyoyên Barîn Kobanê hatin weşandin
Şervana YPJ’ê Emine Mustafa Ömer (Barîn Kobanê) li Efrînê jiyana xwe ji dest da. Dîmenên îşkenceya ku bi heman metodê lê hatine kirin, derketin holê. Li bedena tazî ya Barîn Kobanê îşkence hatibû kirin û ev kêlî bi kamerayê hatibûn kişandin. Saziyên çapemeniyê yên navnetewî, vê komkujiyê di rûpelên xwe de parve kirin. Hat diyarkirin ku Barîn Kobanê li Gundê Qurna yê herêma Bilbilê ya nêzî sînorê Tirkan hatiye qetilkirin.
Jin hatin bijartin û qetilkirin
Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Dayika Emine Weysî, Seda El-Hermas, Hind El-Xidêr, Rojîn Îso, Nujiyan Ocelan, Viyan Kobanê, Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cîhan Nidal Elî, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Nagihan Akarsel, Gülistan Tara, Hêro Bahadîn û bi dehan jin hedef girtin û qetil kirin. Jinên ku fikra ‘bila sedsala 21’an bibe sedsala jinê’ li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê erê kirine û ji bo felsefeya “Jin, jiyan, azadi” têdikoşin, bi taybetî hatin bijartin.
Ji bo jinan navendên komkirinê
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, ev bi salan e li herêmê li hember jinan polîtîkayên ‘taybet’ meşandin. Tiştên ku qewimîn, di raporên saziyên navnetewî de jî hatin nîşandan. Ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re raporek hat şandin. Di vê raporê de binçavkirina kêfî, îşkence û tundiya zayendî bi belgeyan hatin nîşandan. Raporê aşkera kir ku gelek Efrînî rastî tundiya sîstematîk a wekî dîlgirtin, îşkence, destdirêjî, qetilkirin, dûrxistina bi darê zorê ya ji malên xwe, hatine. Mijareke raporê jî, êrîşên zayendî yên li Efrînê di girtîgeh an jî kampên komkirinê de li hember jinan hatine kirin bû. Li aliyê din li Efrînê bi sedan keç û jin ji aliyê çeteyên ku piştgiriyê ji dewleta Tirk distînin ve hatin revandin. Gelek hindik ji van jin û keçikan, bi şerta fîdyeyê hatin dîtin.
Bi hezaran jinên Ezdî hê jî wenda ne
Di serî de IŞİD, çeteyan ji sala 2014’an pê ve li hember gelê Êzdî dest bi êrîşeke plankirî kirin. Hejmara mêr, jin û zarokên Êzdî yên di van êrîşan de hatin qetilkirin, ji 3 hezarî zêdetir e. Herî kêm 6 hezar û 800 Êzdiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn jî hatin revandin. Hewl dan ku jin û keçikan bikin kole û bi awayekî sîstematîk li wan tecawiz kirin. Bazarên ku ji bo firotina jin û keçikên hatine revandin hatine avakirin, di medyaya dîjîtal de hatin nîşandan. Gelek caran wêneyên jin û zarokan di bazarên sanal de hatin firotan û ev jî di medyaya dîjîtal de derket holê. Li gor daneyên ku Ofîsa Rizgarkrina Êzdiyên Hatine Revandin daye, tê payîn ku 2 hezar û 600 Ezdî hê jî nehatine dîtin. Piraniya van zarokan, wisa biçûk bûn ku ewê neyê bîra wan ku Êzdî bûne û malbatên wan kî bûn.
Berxwedana ji bo Şoreşa Jinê berdewam dike
Di vê tabloyêde beşek kêm a tiştên hatine jiyîn cih digirin. Herî dawî Komîsyona Lêpirsîna Sûriyê ya Serbixwe ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de got ku “Pêwîst e hovîtiya di salên borî de çêbûye, dubare nebe” û xwest ku tiştên heta niha qewimîne bidawî bibin. Li Tirkiyê îro ev çete bi navê ‘Komên muxalif ên li Sûriyê’ di nûçeyan de cih digirin. Ev çete, êrîşî jinên ku ji bo pêşeroja xwe ya azad têdikoşin û Şoreşa Jinê pêk tînin, dikin. Li Rojava ev jin berxwedan û têkoşîna li hember vê ruxandinê didomînin.