Dewleta Tirk sûcên xwe yên şer weşand!

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên destekê dide, dîmenên komkujiya li dijî sivîlên Bendava Tişrînê weşand. Tevî van dîmenan jî civaka navneteweyî bêdeng e.

Navenda  Nûçeyan- Di berdewamiya êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser bendava Tişrînê de, duh di êrîşa hewayî ya li dijî gelê li derdora bendavê nobedê digirin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn.

Derbarê encamên teqez ên êrîşê de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Piştî êrîşê dewleta Tirk û çeteyên wê hin dîmenên kêliya êrîşê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku sivîlên li Tişrînê nobedê digirin û dîlanê digerînin, rasterast bûne hedef. Ev dîmenên sivîlên ku di dema teqînê de birîndar bûne, li derdorê hatine avêtin û bi panîkê belav bûne, rasterast sûcê şer ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, belge dike.

Her çiqas ev êrîş weke sûcên şer tên dîtin jî, sazî û rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên bêdeng in.