Dewleta Tirk li gundê Um Hermela yek jê zarok 3 kesan qetil kir
Dewleta Tirk duh bi şev êrişî gudê Um Hermela ya Zirganê kir. Di êrişê de yek jê zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 4 jin jî birîndar bûn.

Zirgan – Dewleta Tirk duh bi şev êrişî gudê Um Hermela ya Zirganê ya Kantona Cizîrê kir. Di êrişa dewleta Tirk de yek jê zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jin jî birîndar bûn.
Navê kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane: Hesen Ibêd El-Siyad, Ibrahîm Ibêd El-Siyad û zarokê bi navê Cemîl Deham El-Siyad e.
Navê birîndaran jî: Sîham Deham El-Siyad, Hinid Deham El-Silêmo, Terfa Emo El-Siyad, Şehed Taha Ibêd El-Siyad.