Dewleta tirk êrişî Qamişlo kir: Zarok jî di nav de birîndar hene
Dewleta tirk di van kêliyan de bi maşokan êrîşî bajarê Qamişlo kir. Di encama êrişê de zarok jî di nav de birîndar hene.
Qamişlo - Dewleta tirk bi maşokan êrîşî taxa Sawama ya nêzî gundê Sêgirka û Til Ziwan ên girêdayî Qamişlo kir. Tê payîn ku ji ber êrişa ku di van kêliyan de pêk hat birîndar hene.
Navê birîndaran wiha ye: Arîn Ebdulezîz Hesen (38), Helepce Îran Reşîd (33), Mihemed Selah (12), Îlan Selah (5), Mîran Selah (10).
Di rojên dawiyê de dewleta tirk rojane gûndên Bakur û Rojhilatê Sûrî bombebaran dike.