Dewleta Tirk êrişî Bendava Tişrînê dike: Pirsgirêka avê bû sedema nexweşiyê
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Qerekozax û Bendava Tişrînê pirsgirêka av û kerabe tê jiyankirin û bikar anîna ava bîre nexweşiyan zêde dike. Rayedar anîn ziman ku tîmên hewl didin pirsgirêkan çareser bikin jî tên hedefgirtin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Piştî hilweşîna sîstema Baasê ya di 8'ê Kanûna 2024'an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî li hember Bendava Tişrînê û pira Qeraqozaqê dijwartir kir. Ji ber van êrîşan bi xelkê re metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dibe. Her wiha ev yek dê felaketên jîngehî û mirovî li herêmê ava bike.
'Binesaziya herêmên me hedef digirin'
Hedla Kinco ku ji xelkê Kobanê ye, derbarê êşên xwe yên di nava êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê de, anî ziman. Hedla Kinco wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî sivîlan û binesaziya herêmê dikin. Di encama van êrîşan de ev bû du meh ku xelkê Kobanê û gundewarên wê bi pirsgirêka avê û elektrîkê re rûbirû dimînin. Ew jî ji ber hedefgirtina bendava Tişrînê û cihê avê yê li herêmê ye. Dagirkeriya Tirk hemû kiryarên hovane li ser gel pêk tîne. Dinya û saziyên eleqedar jî li hember van kiryaran bêdeng in. Ji ber vê yekê em bang li wan cihên eleqedar dikin ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û van êrîşan rawestînin. Em xelkê Kobanê di jiyanek bi rûmet de îsrar dikin. Emê heya dawî berxwedana xwe bidomînin. Em li ser şopa pakrewanên xwe dimeşin, tu car teslîmiyetê nas nakin."
'Bendav ji xizmetê derdikeve û metirsiyên felaketan mezintir dibin'
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê Ayşe El Nasêr destnîşan kir ku bendav ji ber êrîşan nikare xizmetê bide û gel rastî tengasiyan tê. Ayşe El Nasêr derbarê van tengasiyan de wiha got: "Berdewamiya êrîşên li ser herêmê, bandorên neyinî ser jiyana gel dike. Di encama van êrîşan de bendava Tişrînê ji xizmeta xwe derket. Ev jî êşên miletê zêdetir dike. Ji ber ku elektrîk hat qutkirin. Me wek desteya enerjiyê, ji bo serarastkirina zirarên ku di encama êrîşan de li bendavê çêbûne, gelek hewl dan. Lê mixabin tîmên me dibûn hedefa êrîşên bi rêya balafirên keşfê û yên şer. Dewleta Tirk xeta esasî ya elektrîka bajarê Kobanê hedef girtiye, ew jî xeta 66'an e. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrîşê cîhên elektrîkê û binesaziya herêmê dike. Dewleta tirk binpêkirinên peyman û qanûnên navnetewî berdewam dike û dest davêje milkên gel."
'Bandorên êrîşan li ser qada tenduristiya li herêmê'
Bijîşka giştî ya nexweşxaneya Kobanê Xemlîn Bekî ragihand ku bi qutbûna av û ceyranê re gelek nexweşîn di nava şêniyan de belav bûne û ev jî êşa wan girantir dike. Dr. Xemlîn wiha got: "Gelê Kobanê ji ber qutbûna av û elektrîkê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Ev yek jî dihêle ku gel berê xwe bidin bîrên avê û pêdîviyên xwe pêk bînin. Li gor çavkaniyên tenduristî jî, ew av nayê vexwarin. Di encamê de gelek nexweşînên wek jehrîbûn, zikêş, vereşîn, ta û nexweşînên çermî jî belav dibin. Di van demên dawî de nexweşxane nexweşînên mîna zerik jî pêşwazî kir. Ev nexweşîn di encama vexwarina ava qirêjî ya bîrê de çêdibin. Lê mixabin gel nikare alternatîfek din bikar bîne. Ji ber ku ji bilî bikaranîna vê avê rêyek din tuneye . Ji ber ku ava bendavê hatiye qutkirin, gel neçar e."
'Ji bo peydakirina ava vexwerinê êşa gel dijwartir dibe'
Rêvebera Daîreya Avê li Kobanê Zozan Xelîl behsa zehmetî û êşên gel ên di peydakirina ava vexwerinê de kir û wiha got: "Di encama êrîşên li ser Bendava Tişrînê û pira Qeraqozaqê de, ceyran û av li ser gelê herêmê hat qutkirin. Hedefgirtina pompeyên avê yên ku avê dikişînin bajêr, zehmetiyên jiyanê girantir dike. Em hewl didin ku avê bi motorên demkî derxin, lê ev rêbaz têra gihandina avê ya ji bo hemû niştecihan nake. Ji ber ku ev motor hindik av derdixin. Di heman demê de em hewl didin bi rêya tankeran avê ji gel re peyda bikin û hinek ji zehmetiyên wan kêmtir bikin. Eger ev êrîş bidomin, wê hemû pompeyên avê ji xizmetê derkevin. Divê rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî li hember van êrîşên li ser binesaziya herêmê dengê xwe bikin. Ji ber domandina êrîşan wê gelê herêmê bi felaketên mirovî û jîngehî re rûbirû bimînin."