Dewleta Tirk di 3 rojan de yek jê zarok 7 kesan qetil kir

Dewleta Tirk di nava 3 rojan de li Başûrê Kurdistanê yek jê zarok 7 welatiyan qetilkir.

Navenda Nûçeyan – Êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Iraq û PDK’ê dewam dikin. Dewleta Tirk ê li ser heremê êrişên dagirkeriyê dimeşîne di 3 rojan de 7 kesan qetil kir, her wiha ji serê salê ve 23 kesan qetil kir.

Di 3 rojan de 7 welatî hatin qetilkirin

3’yê Îlonê: Dewleta Tirk gundê Merge Hewş ya li zozanên Sinînê ya ser bi navçeya Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost ya girêdayî Hewlêrê, topbaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Bedî Kemal Mihemed jiyana xwe ji dest da.

4’ê Îlonê: Dewleta Tirk li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Muzefer Hisên Xidir û her du kurên wî yên bi navê Mihemed û Mubin jiyana xwe ji dest dan.

5’ê Îlonê: Dewleta Tirk li gundê Hermêle ya bajaroka Çiwarta ya ser bi navçeya Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê wesayîtek sivîlan hedef girt. Di encama êrişa hovane de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bêdengî metirsiyê ava dike

Dewleta Tirk di 3 rojan de yek jê zarok 7 welatiyan qetil kir, lê heya niha jî deng ji Hikumeta Iraq, hikumeta demborî ya Herêma Kurdistan û rayedarên din derneketiye. Ji xwe cîhan jî li hemberî komkujiyên bi ser gelê Kurd bêdengiya xwe diparêze.

Ji serê salê ve 23 welatî hatin qetilkirin

Bi van her 3 komkujiyên dawî re, ji serê salê ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 23 welatiyan qetil kiriye û herî kêm 12 kes jî birîndar bûne.