‘Dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamegeran peymanên navnetewî binpê dike’

Rojnameger Peryan Ehmed bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a li dijî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn da û diyarkir ku dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê dike. Peryan Ehmed xwest ku Iraq ji nû ve zagonên xwe li ber çavan derbas bike.

Silêmanî – Di 3’yê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê wesayîda rojnamegerên çapemeniya azad ji aliyê balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de du rojnamegerên jin, Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Peryan Ehmed bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk da bal kişand ku dewleta Tirk peymana navnetewî ya parastina sivîl û rojnamegeran binpê dike.

‘Em ê têkoşîna rojnemegeran bi domînin’

Rojnameger Peryan Ehmed diyarkir ku dewleta Tirk sînorên xaka Iraqê binpê dike û got: “Em dibînin ku Iraq parçeyek ji peymanên ku maf û jiyana rojnanegeran diparêze ye, lê belê bêdeg dimîne. Di şerê li Iraq û Rojhilata Navîn diqewime de çapemeniya azad dibin hedef. Bi êrişên li dijî rojnamegeran hewl didin sûcên şer veşêrin. Hêza rojnamegeran di nava hêzên serdest de tirsê ava dike. Ji ber vê jî rojnemavan dikin hedef. Em dibînin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin. Ya girîng ewe ku em nîşan bidin ku em ê riya xwe bi hêz û bi biryar berdewam bikin. Em ê têkoşîna rojnamegerên hatin qetilkirin berdewam bikin.”

‘Divê zagon ji nû ve li ber çavan werin derbaskirin’

Peryan Ehmed da zanîn ku di make qanûna Iraqê de azadiya fikir heye û wiha got: “Di zagonê de diyar dike li ser xaka Iraqê wê mafê her kesê biparêze, lê belê em dibînin ku zagon nayên pêkanîn. Ji bo parastina jiyana rojnamegeran divê Iraq zagonên xwe ji nûve li berçavan re derbas bike.”