‘Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û Iraqê êrişan pêk tîne’

Rojnamegerên jin ên Şengalê bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamegeran dan û diyar kirin ku ev êriş bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê pêk hatiye.

Şengal – Dewleta Tirk duh di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Rojnamegerên jin ên Şengalê bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamegeran dan û diyar kirin ku ev êriş bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê pêk hatiye.

‘Wê pênûs û kameraya wan li erdê nemîne’

Rojnameger Rojîn Hebabî wiha got: “Duh seatên nîvro li Silêmanî seyayerek ya ragihandina azad hat hedefgirtin. Di encamê de du hevreyên me şehîd bûn û birîndar bûn. Em sersaxî ji malbatê şehîdan re dixwazin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Weke ragihandina jinên Şengalê em van êrişên ku bi piştgiriya PDK’ê tê kirin şermezar dikin.” Rojîn Hebabî ya got “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yê li dijî rojnamegeran dixwaze qetilkirin û komkujiyên ku ew pêk tîne veşêre” wiha axaftina xwe domand: “Her çiqas hewl bidin jî wê nikaribin ragihandina azad tune bikin. Em ê bibin dengê rastiyê. Em soz didin şehîdan. Wê tu carî xwîna wan li erdên nemîne, kameraya wan li erdê nemîne. Weke ragihandin emê li pêy şopa şehîdên xwe bin. Çawa li ser heqîqet û rastiyê dimeşiyan, bûn hedefê dewleta Tirk a dagirker.”

‘Bi hevkariya PDK’ê û Iraqê pêk hatiye’

Rojîn Hebabî anî ziman ku êriş bi hevkariya dewleta Tirk a bi PDK’ê û Iraqê re pêk hatiye û wiha domand: “Bêdengiya Iraqê û her wiha mala Barzanî nîşan dide ku ew jî di nav van êrişan de ne. Li seranserî cîhanê hedefgirtina rojnamegerean sûc e. Di 8’ê meha Tirmehê de dîsa li Şengalê seyareyek me ya rojnamegeran hedef hat girtin. Di encamê de hevreyê me Mûrad Mîrza şehîd bû. Wê tu carî nikaribin dengê ragihandinê qut bikin. Li kîjan qadê hewce bike emê berê xwe bidin wir û rastiyê ragihînin. Wê nikaribin bi êrişên xwe me bisekinînin. Li Iraq û Kurdistanê em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”

‘Em ê li pêy şopa wan bin’

Rojîn Hebabî got: “Hevala me Gulîstan di ragihandina azad de xwedî kedekî mezin bû. Em jî ew tov in ku em ji wan fêr bûn. Em ê li pêy şopa wê bin.” Herî dawî Rojîn Hebabî bal kişand hîn saziyên ragihandinê yên li ser bingehê berjewendiyên desthilatan derewa dikin û pîvanê ragihandinê jî binpê dikin û got: “Dema êrişê li ser ragihandina azad çêdibe hîn aliyên ragihandinê ji bo dek û dolaban bizivirînin û hewl bidin êrişê rawa bikin dikevin nav derewan. Em wan şermezar dikin.”

Rojnameger Hêvîdar Şengalî jî wiha got: “Du hevalên me yên jin ên ragihandina azad hatin şehîdxistin. Em dibînin ku dewleta Tirk her carekê êrişî ragihandinê dike. Ji bo qirêjiya wan xuya nekin êrişî ragihandina azad dikin. Dixwazin bi vê yekê gel ji xwe gihandina rastiyê dûr bixin. Em ê li ser şopa bîranînên wan bimeşin.”