"Dewleta tirk bi êrîşên xwe me ji mafên me yên herî bingehîn bêpar dihêle"

Malbatên ku bûne şahidên êrîşên dagirkeriya tirk û zarokên ku di encama êrîşên li ser bajarokê Til Rifetê de birîndar bûne wiha dibêjin: “Piştî koçberbûna me ji Efrînê dewleta tirk a dagiker dixwaze careke din me ji vê derê jî koçber bike. Ji mafê me yê rewa ye ku em weke zarok bi rehetî bilîzin. Ji ber topên dewleta tirk em nikarin bi rehetî tevbigerin.”

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Piştî ku dewleta tirk a dagirker Efrînê dagir kir, gelê wê ji neçarî koçber bû û berê xwe da Til Rifet, Şehba û hin bajarên din. Tevî vê yekê jî ji gef û êrîşên dewleta tirk xelas nebûn. Di 15'ê Sibatê de dewleta tirk û hevkarên wê careke din li pêş çavên cîhanê êrîşên hov li ser bajarokê Til Rifetê yê kantona Şehbayê pêk anî û di encamê de 5 zarok û jinek birîndar bûn. Careke din zarokên Efrînê dibin qurbaniyên siyaset û hovîtiya dewleta tirk. Piştî êrîşa dewleta tirk a li ser Til Rifetê, KPCD’ê herêma Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand da ku divê dibistan heya demekê werin girtin ji bo ewlehiya xwendekaran. Di der barê êrîşên li ser bajarokê Til Rifetê de, malbatên ku bûne şahidên êrîşan û zarokên ku di encama êrîşan de birîndar bibûn ji me re axivîn. 
 “Kurê min ê biçûk ji ber êrîşan birîndar bû” 
Dayika zarokê ku di encama êrîşan de ji lingê xwe birîndar bibû Nîroz Elî Mihemed wiha got: "Em li ber tavê bûn me carek bihîst ku obîs ket di wê demê de me nizanibû em ê berê xwe bidin ku derê. Kurê min di encama obîsê de birîndar bû. Em weke gelê sivîl mafê xwe dixwazin, ma sûcê kurê min çi bû ku birîndar bibe. Dewleta tirk obîsan di nava sivîl û zarokên bê sûc de lê dide. Qey dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan vê yekê nabînin, çima bêdeng dimînin. Ev bû çar sal em ji bajarê xwe koçber bûne, dewleta tirk dixwaze me ji vê derê jî koçber bike. Sala borî 7 zarokan di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me bûyera qetilkirina hevalên wan li pêş çavên wan ji bîr nekirine û bi tirs tevdigerin. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku xwedî li zarokên bê sûc derkevin. Em daxwaza jiyana aram û bê êrîş dikin.”
“Pêwîst e mafê me weke yê zarokên cîhanê hebe”  
Zarokê 7 salî Îbrahîm Mihemed Ebdo yê ku di encama êrîşan de ji lingê xwe birîndar bibû anî ziman ku mafê wan heye weke zarok bi rehetî lîstokên xwe bilîzin û wiha got: "Dema ez bi hevalê xwe re lîstokan dilîstim, ji ber obîsên dewleta tirk ji lingê xwe birîndar bûm. Weke zarokên cîhanê mafê me heye ku em bi rehetî bijîn û bi lîstokên xwe bilîzin lê dewleta tirk me ji mafên me yên herî hêsan bêpar dihêle."
“Ji ber topên dewleta tirk em nikarin bi rehetî tevbigerin”
Zarokê 9 salî Sîpan Bekir ê ku di encama êrîşan de ji serê xwe birîndar bibû got ku ji ber topên dewleta tirk ew nikarin bi rehetî tevbigerin û wiha axivî: "Dema ez diçûm dikanê, li ser rê obîs li erdê û ez ji serê xwe de birîndar bûm. Ji ber topên dewleta tirk em nikarin bi rehetî tevbigerin. Sala borî 7 hevalên me di encama êrîşên hovane yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan. Sala borî ji ber teqîna mayinek ji mayinên DAIŞ'ê ku li Şehbayê çandibû her du lingên birayê min qut bûn. Em rojane bi tirsa êrîşên dewleta tirk dijîn.”
“Pêwîst e çareseriyek ji êrîşên dewleta tirk re bê dîtin”
Suheyla Xelîl jî ku yek ji koçberên Efrinê ye û niha li Til Rifetê dimine eşkere kir ku dewleta tirk bi zanebûn di roja reş de êrîşê Til Rifetê pêk anî û wiha lê zêde kir: "Zarokên me bi tirs diçin dibistanê û bi lîstokan dilîzin. Ji bilî dorpêça ku li ser kantona Şehbayê êrîşan li ser sivîl û zarokan pêk tînin. Em ji dewletên navneteweyî daxwaz dikin ku çareseriyek ji êrîş û kiryarên dewleta tirk re bibînin.”