‘Dewleta Îranê bi jehrîkirinê hewl dide vîn û hêza jinan bişkîne’

Mamoste û rêveberên jin li dibistanên bajarê Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên jehrîkirina xwendekarên li Îranê û Rojhilatî Kurdistanê şermezar kirin û xwestin lêkolîn werin kirin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Bi sedan xwendekarên zêdetirî 50 dibistanên li bajarên Îranê û Rojhilatî Kurdistanê  ji meha Mijdara 2022’yan ve tên jehrîkirin.

Jehrîkirina zêdetirî 7000 xwendekarên jin li Îran û Rojhilatî Kurdistanê, bû sedema bertekên neyênî ya mamoste û xwendekarên jin ên li Minbicê. Wan ji rêxistinên navneteweyî, mafnas û mirovî xwestin destwerdana xwe ya lezgîn bikin bi lêkolînan rastiyê zelal bikin û mijara jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê eşkere bikin.

‘Jehrîkirina xwendekaran şerê li dijî jinan nîşan dide’

Der barê vê mijarê de, Cîgira Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê û gundewarên wê Abeer El-Berho got: “Jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê şerê li dijî jinan û serhildana wan teqez dike ji ber ku ew bingehên civakê ne, dixwazin bi riya jehrîkirina xwendekarên jin vîn û hêza jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bişkînin. Hikumeta Îranê li ser siyaseta çewisandina serhildanê dimeşe. Em piştgiriya xwe bi jinan re radigihînin silav li têkoşîna wan dikin û teqez dikin ku tu riya paşveçûnê nîn e divê serhildana xwe li dijî zordariyê bidomînin heta mafên xwe bi dest bixin.”

‘Divê ku bi lêkolînê sedema jehrîbûnê were eşkerekirin’

Rêvebera dibistaneke li Minbicê Emîne El-Murad bûyerên jehrîkirinê şermezar kir û got: “Em weke mamosteyên jin li bajarê Minbicê van kiryarên dijmirovî li dijî xwendekaran şermezar dikin. Çi mamoste bin çi xwendekar bin, bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê em red dikin.”

Emîne El-Murad xwest lêkolînek giştî der barê sedemên jehrîkirinê de çêbibe û got: “Divê jin dest ji mafên xwe di xwendinê de bernedin û serhildana xwe ji bo pêkanîna daxwazên xwe bidomînin.”

‘Dixwazin xwendina jinan asteng bikin’

Ji aliyê din ve rêvebera jin Huda Jamal teqez kir ku jehrîkirina xwendekarên jin li hemû bajarên Îran û Rojhilatî Kurdistanê sûcekî li dijî mafên mirovan e û got: “Armanc bi jehrîkirina xwendekarên jin, ew e ku xwendina wan asteng bikin û rihê azadiyê bikujin, tundiyê nava civakê belav bikin. Bûyerên jehrîkirinê bûn sedema rawestandina xwendinê li dibistanan.”

‘Aramanc ew e ku pêşî li ruhê şoreşê bigrin’

Mamoste Xîtam Welo jî zirarên ji ber bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin bêyî sedeman bizanibin encam didin destnîşan kir û got: “Dê pêvajoya perwerdeyê bi giştî bê rawestandin û ruhê şoreşgerî di nava ciwanan de bimre. Berdewamiya jehrîkirina xwendekarên jin bi armanca rêgirtina xwendina xwendekarên jin e.”

Her wiha ji bo malbatên xwendekarên jin jî wiha got: “Divê piştgiriya xwendekarên jin bikin û wan li ser girîngiya xwendinê hişyar bikin, xwendin gelekî girîng e bi taybetî di jiyana jinan de, jinên xwenda dikarin bi hemû cureyên tundiya civakê re têbikoşin.”