Dewlet nîn e, gel ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane seferber e

Ji gelek bajarên Çûkûrovaya ku piştî erdhejê hilweşandin hat jiyîn, ekîbên alîkarî û rizgarkirinê nayên şandin, gel hewil dide bi derfetên xwe welatiyên di bin xirbeyan da mane rizgar bikin.

Navenda Nûçeyan - Erdhejên ku navenda wan Mereş û Dîlok e, li gelek bajaran bû sedema karesat û hilweşandinek mezin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha di erdhejê de 3 hezar û 381 kes jiyana xwe ji dest daye, 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.

‘Ne AFAD, ne jî dewlet û tu kes nîn e’

Yek ji bajarên ku hilweşandin lê qewimî ye Hatay e. Hê jî tîmên lêgerîn û rizgariyê neçûne gelek deverên Hatayê. Tê gotin bi hezaran kes li Hatayê di bin kavilan de mane. Bi deh hezaran xelkê Hatayê û navçeyên wê şeva xwe li derve derbas kirin. Seroka Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya berê Zekiye Yîgîtbaşi beşdarî televîzyonekê bû û ragihand ku li li bajêr sîteyek 10 blokên wê hene hilweşiyaye, bi hezaran kes canê xwe ji dest dane û ew wek her demê hatine terkirin û got: “Ne AFAD ne jî dewlet û tu kes nîn e.”

Li Îskenderûnê tîm kêm in

Hin tîm xwe gihandine navçeya Îskenderûnê û li 3 avahiyên hilweşiyane xebatê dikin û ji bin kavilan yek jê zarok 4 kes hema bêje piştî 24 saetan birîndar hatin derxistin. Saet li 03.35 li avahiya Reşît, Mehmet û Hakan Yilmaz Çagan ên birayê hev hatin derxistin. Her wiha tîmên rizgariyê li avahiya Yalim a 5 qatî Kubilay Ozer a 26 salî û li avahiya Akgul jî Nejla Baygul di heman saetan de derxistin.

Edene şeva xwe li derve derbas kir

Li Edeneyê jî li 11 avahiyan xisar çêbûye. Heta niha li Edeneyê 50 kesî canê xwe ji dest daye. Xelkê Edeneyê şeva xwe li derve derbas kir. Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Edeneyê Hasan Aksungur destnîşan kir ku divê rayedar xebatên tesbîtkirinê bi lez bikin û xebatên nûjenkirinê bidin destpêkirin.

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Edeneyê Ahmet Uncu jî destnîşan kir ku wan pêşniyaza divê Serokatiya Daîreyê ya Erdhejê bê avakirin û envantera avahiyê li bajêr bê derxistin kirine û ev pêşniyaza wan ji aliyê endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yên AKP’yî û MHP’yî ve hatiye redkirin. Uncu got: “Gunehê xelkê di stûyê AKP-MHP’ê de ye.”

Gelek tîmên ji derveyî welat û ji hundirê welat hatin Edeneyê, derbasî herêmên erdhejê bûn.

Li Osmaniye 131 kesan jiyana xwe ji dest dan

Yek ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye Osmaniye ye. Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Osmaniyeyê hat diyarkirin ku 131 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan avahî hilweşiyan. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku welatiyan bi hejmarek sînorkirî ya tîmên re pêktînin de, piştî nêzî 26 saetan kesek ji bin xirbeyên avahiyekê hat derxistin. Welatiyê ku ji bin xirbeyan hat derxistin rakirin nexweşxaneyê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, piştî ku li Balafirgeha Edeneyê dakeve dê derbasî herêmên erdhejê bibe.

Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê jî her ku diçe bilançoya erdhejê giran dibe û dijwariya hilweşandinê xwe nîşan dide. Tê gotin ji sedî 80 navçeyê hilweşiyeya û xesar dîtiye. Hê jî tîmên rizgariyê nehatine navçeyê. Hê jî xwegihandina navçeyê zor e. Welatiyên navçeyê bi derfetên xwe di bin kavilan de xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didomînin.