‘Destûra Sûriyeyê xwe dispêre hişmendiya cîhadîst û netewperest’
Jinên ji bajarê Kobanê, pêşnûmeya destûra bingehîn a HTŞ’ê ya cîhadîst rexne kirin, diyar kirin destûra Sûriyeyê xwe dispêre hişmendiya cîhadîst û netewperest û ew vê destûrê qebûl nakin.

ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê HTŞ ya cîhadîst de ye, di Adarê de pêşnûmeya destûra bingehîn a Sûriyeyê ragihand. Ev destûr ji gelek aliyan ve hat rexnekirin û nerazîbûneke mezin di nav pêkhateyên Sûriyeyê de derket pêş. Di vê çarçoveyê de jinên ji bajarê Kobanê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwestên xwe nîşan dan.
Xunav Bozan balkişand ser encamên ku piştî pêkanîna destûrê dê derkevin holê û li ser mijarê wiha axivî: "Bi hilweşîna desthilatdariya rejîma Baasê re Sûriye di guherîn û veguherînên bingehîn re derbas dibe. Komên cîhadîst ên li Sûriyeyê ku li ser desthilatdariyê ne, xwe wek hikûmeta demkî ragihandin. Li ser vê bingehê me dît ku pêşnûmeya destûra Sûriyeyê hat ragihandin. Bendên destûrê li gorî hişmendiya cîhadîst, netewperest û navendî hatine amadekirin. Ger ev destûr pêk were, em ê careke din bi pergaleke ku xwe dispêre yek ziman, al û netew re rûbirû bimînin. Ev jî rê li ber çareseriya aloziya Sûriyeyê digre."
‘Divê mafên jinan di destûrê de bên misogerkirin’
Xunav Bozan bal kişand ser nebûna bend û çewsandina mafên jinan a di destûra nû de û wiha domand: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê destûrê napejirînin. Ji ber ku nûnertiya cihêrengiya Sûriyeyê nake. Lewre pêdivî heye ku were guhertin, di nava xwe de mafên jinan û hemû pêkhateyan ên ziman, çand û nasnameyê misoger bike. Bi taybetî weke jin, bi salan e em têdikoşin da ku di destûra Sûriyeyê de destkeftiyan me, bi fermî werin qebûlkirin. Di her qadê de jin xwedî rol in, divê hemû taybetmendî û mafên wan werin parastin."
‘Hevpeyama civakî ya Rêveberiya Xweser alternatîfa destûrê ye’
Naz Seyîd jî diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Baasê re mafên jinan nehatiye parastin û wiha berdewam kir: "Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê ku bi hişmendiyeke netewperest û mêr- dewletê li ser civakê serwer bû, hêviyên me ji bo pêşerojeke demokratîk, azad û wekhev mezin bûn. Lê bi destûra ku hat ragihandin re em têgihîştin ku çarenûsa Sûriyeyê xirabtir dibe. Ji bo vê jî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser ku misogeriya Sûriyeya ne navendî û demokratîk e, temînata mafên jinan û hemû pêkhateyan e. Lewre em destûra nû ya Sûriyeyê bi vî rengî qebûl nakin û divê bi lezgînî were guhertin."