Desteya Jin têkildarî parastina destkeftiyên jinan panelek li dar xist

Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê li wargeha Serdem a navçeya Ehdas Şehbayê têkildarî têkoşîna jinan û parastina destkeftiyên jinan ên bi Şoreşa Jinan hatiye bidestxistin, panelek li dar xist.

Şehba – Bi dirûşmeya "Pêşxistina têkoşîna şoreşa jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de" Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê panelek li dar xist. Panel mijarên pêşxistina tekoşîna jin û şoreşa wê hewand. Endam û nûnerên jin di nava kar û xebat de li hola kampa Serdem navçeya Ehdasa Şehbayê beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê bendên panelê hate xwendin û li ser du beşan panel hate dabeşkirin.

Benda yekem bi sernavê 'Rastiya jinan û bertekên diyardeyên nerênî yên civakî li ser wan û asta bandora wan li ser rêya tekoşîna jinê' hat meşandin. Di vê bendê de li ser nirxandina rewşa jin û zehmetiyên di nava civakê de dibîne wek; qetilkirin, xwekuştin, kiryar, madeyên hişbir, zewaca biçuk, pirzewacî û tundî bi hemu cureyên xwe hat destgirtin.

Rola jinan di Rêveberiya Xweser de

Benda duyem jî bi sernavê 'Rola jin di Rêveberiya Xweser de û girîngiya pêşxistina destkeftiyên şoreşa jin' bû. Di vê bendê de jî mijarên ‘Nirxandina rola jin di Rêveberiya Xweser de ji hemû waran pozîtîv û nêgatîv’, ‘Sedemên hedefgirtina jinên pêşeng ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve’, ‘Girîngiya pêşxistina destkeftiyên ku şoreşa jin bi dest xistiye û parastina wê bi taybet hevpeymana civakî ya jin’ û ‘Çareseriyên siyasî ku jinan di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest dixe’ hatin destgirtin.

Li ser her du bendan ji aliyê beşdarvanan ve nêrîn û nîqaşên cuda ji bo çareseriyên rast hatin dayîn. Nîqaş derbar rewşa jin li herêmê ku heya niha rastî zihniyeta desthiladar tê ku carnan dibe bend li hember tekoşin û xebatê wê hat meşandin.

Li ser vê esasê pêşniyarên wiha di dawiya panêlê de hatin kirin; rêxistinkirina jin bi rêya vekirina perwerdeyên vekirî, her wiha vekirina proje û navendan ji bo pêkanîna pêdîvî û çalakiyên jinan. Li kêleka wê civakê perwerde bikin ji bo ku bihêlin zarokên wan ên keç bixwînin û zane bibin û rê li pêşiya demên xwe yên vala bigirin ew jî bi çalakiyên ku sud jê bigirin.