Derçûyên zanîngehan daxwaza mafên xwe kirin

Yekemînên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê li dijî tayînnekirinê xwepêşandan li dar xistin û diyar kirin ku ji ber bêdengiya hikûmetê wê li seranserê welat xwepêşandanan li dar bixin.

Navenda Nûçeyan- Li ber kampusa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê yekemînên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê yên ku 6 sal in xwendina xwe qedandine, têkildarî binpêkirina mafên wan û tayînnekirinê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Lence Rehman ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Beriya çend mehan, serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, ji bo tayînkirin û dabînkirina mafên wan ên rewa daxwaza nav û belgeyên derçûyên yekemîn ên di navbera salên 2017-2023’yan de kir. Di ser nameya serokwezîr û pêvajoyê de 4 meh derbas bûne. Her carê daxwazên me li wezaretê tên paşxistin û ji bo Bexdayê tên şandin.

‘Hikûmeta Herêmê jî bi hincetên cuda û ne rast me dixapîne’

Niha prose bi paş ketiye, tevî derçûyên yekemîn li pêşiya hemûyan bûn jî di nava dosyayên din de winda bûne. Em ji her kesê daxwaz dikin ku pirsgirêkên me fêm bikin û soza xwe bi cih bînin. Li Iraq û deverên bi nakok derçûyên yekemîn ên zanîngeh û peymangehan heta sala 2022’yan hatine tayînkirin û gihîştine mafên xwe. Mixabin hikûmeta Herêma Federal me ji vî mafî bêpar dike. Hikûmeta Herêmê jî bi hincetên cuda û ne rast me dixapîne.

Ger hikumet bêdengiya xwe berdewam bike, em ê li seranserê navçeyên cuda xwepêşandanan li dar bixin. Heta sozên xwe pêk bînin em ê berdewam bikin. Ji ber ku em êdî nikarin zilm û zordariya bi salan e li me tê kirin qebûl bikin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duh li nêzî Herêma Kesk a Bexdayê bi sedan xwendekarên beşa bijîşkiyê xilas kirine, daketin qadan daxwaza tayînkirina kesên zanîngehê qedandine kirin. Lê çalakiya aştiyane ya xwendekaran rastî êrişa tund a hêzên ewlekariyê hat.