Derbarê parvekirênên ku Pinar Gultekîn dike hedef serlêdana sûc hat kirin

Piştî hin parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên derbarê Pinar Gultekin a hatî qetilkirin de, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir daxuyanî da û got ku ew ê bikevin nava liv û tevgerê.

Navenda Nûçeyan - Piştî parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên derbarê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Avcî ve hat qetilkirin, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir got: "Me dît ku derbarê Pinar Gultekîn de nivîsên ku li ne gor wijdan û mirovahiyê ne û qetilkirinê rewa dikin hatin kirin. Derbarê kesên ku ev parvekirin kirine wiha got: "Em ê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin da ku kesên ku van parve dikin wekî mînak werin cezakirin:”

Rezan Epozdemir li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Me hinek hesabên ku bi awayekî rêxistinkirî derbarê Pinar Gultekîn a bi saxî hat şewitandin ne li gorî wijdanê mirovahiyê û vê qetilkirinê rewa dike eşkere kir."Em ê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin da ku kesên ku van postan parve dikin wekî mînak werin cezakirin.” got.