Derbarê Emîne Şenyaşar de dozek din
Der barê Emîne Şenyaşar a ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, dozek din jî hat vekirin.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja 376’an de dewam dike. Malbata Şenşayar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê, çalakiya xwe li mala xwe berdewam dike.
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, îdianameya ku bi îdiaya di axaftinên xwe de "heqaret" kiriye derbarê Emîne Şenyaşar de amade kir ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin. Dî îdianameyê de axaftinên Emîne Şenyaşar ên di sala 2021'an de derbarê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de kiriye weke "heqaret" cih girtin. Tê payîn danişîna ewil a dozê di mehên pêş de bê ditîn.
Bi giştî 4 doz hatin vekirin
Heta niha derbarê Emîne Şenyaşar de 14 lêpirsîn hatine vekirin. Du ji lêpirsînên ku veguherî dozan hatine yekkirin bi "dadgehkirina prosedurên hêsan" ve berdewam dike. Di dozekê de ji bo Emîne Şenyaşar 265 roj cezayê pere hat birîn. Bi vê doza niha re bi giştî 4 doz li Emîne Şenyaşar hatine vekirin.