Derbarê 7 rojnamegerên hatin berdan de doz hat vekirin
Derbarê 7 rojnamegerên ku çalakiyên li Saraçhaneyê dişopandin, di 25’ê Adarê de hatibûn girtin û di 27’ê Adarê de hatibûn berdan de, bi hinceta “Yasaya Civîn û Xwepêşandanê binpê kirine” doz hat vekirin.

Stenbol - 7 rojnamegerên ku di 25'ê Adarê de hatibûn desteserkirin, di 27'ê Adarê de piştî şopandina çalakiya li Saraçhaneyê ya ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stembolê Ekrem Îmamoglu, bi hincetên "Binpêkirina qanûna 291'an", li 62'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hat vekirin.
Rojnameger Zeynep Kuray û Hayrî Tunç, nûçegîhanê AFP’ê Yasîn Akgul, Nûçegîhanê Now News Alî Onur Tosun, nûçegîhanê wêneyan Bulent Kiliç, nûçegihanê wêneyan ê IMM’yê Kurtuluş Arî, nûçegihanê wêneyan ê Şaredariya Bakirkoyê Gokhan Kam, di 24’ê Adarê de, danê sibê hatin binçavkirin û di 25’ê Adarê de bi hinceta “Bi hinceta “civîna neqanûnî” hatibûn girtin. Piştî îtîrazê di 27'ê Adarê de biryara berdana rojnamegeran hat dayîn.
‘Îdianame temam e’
Îdîaname, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve derbarê 7 rojnamegerên hatin berdan de, bi îdiaya "Beşdarî civîn û meşên li dijî hiqûqê yên bêçek bûne û tevî hişyariyan jî bi tena serê xwe belav nebûne" hat amadekirin.
'Nehatiye tespîtkirin ku xebatên rojnamegeriyê dikin'
Di îdianameyê de hat gotin ku "Di îfadeyên hatine girtin de diyar kirine ku di çarçoveya xebatên rojnamegerî û wênegiriyê de li cîhê sûc bûne, lê di lêkolîna dosyayê de ji aliyê hêzên înfazê ve nehat tespîtkirin ku gumanbaran li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê yên ku îfadeya wan verast bikin, kirine. Di vê çarçoveyê de ji ber ku îfadeya wan gumanbaran tune ye," Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê "guh nedaye wan."
Ger ku îdianame bê qebûlkirin, dê di rojên pêş de rûniştina 7 rojnamegeran dest pê bike.