Derbarê 3 parlamenterên DEM Partiyê de fezleke hat amadekirin
Ji bo destnedana 3 parlamenterên DEM Partiyê bê rakirin derbarê wan de fezleke hat amadekirin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo destnedana 3 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bê rakirin derbarê wan de fezleke hat amadekirin. Fezlekeyên derbarê Cengiz Çandar, Saliha Aydeniz û Sabahat Erdogan Saritaş de hatine amadekirin pêşkêşî meclisê hatin kirin.