Derbarê 12 polîsan de ji ber 'ihmala' di qetilkirina jinan de doz hat vekirin

Hulya Şellavcî Yegen ji aliyê mêrê pêre di pêvajoya hevberdanê de Kaffar Yegin ve hate qetilkirin. Di mirina jina ku biryara parastinê girtî de bi hêceta ku ihmal heye der barê 12 polîsan de îdaename hate amadekirin.

Navenda Nûçeyan- Hulya Şellavcî Yegin ku li Îzmirê jiyan dikir, sala bûrî di 22’ê Cotmehê de mirovên wê ê ku nekarin xwe bigihînin, çûn cihê wê yê kar, mirovên wê cenazeyê jinê dîtin.

Di lêkolîna ku hatî kirin de mêrê bi navê Kaffa Yegin bi  Hulya Şellavci Yegin de di pêvajoya hevberdanê debû hate binçavkirin. Beriya ku jin were qetilkirin derbarê Kaffar Yegin de bi hêceta ku gef lê kiriye, 4 caran gilî kiriye û derket holê ku biryara dûrxistinê girtiye û bersûc hate girtin û rêkirin girtîgehê.

Der barê Kaffar Yegin de ji sûcê ‘bizanabûn û pilankirin kuştin’ cezayê girtîgehê yê muhabaetê, ji sûcê ‘bi cekê şev barandin’ 15 sal cezayê girtîgehê ‘Bê rûxsat mermi ji bo çekê kirin, hilgirtin û li gel dîtin’ 3 sal daxwaza cezayê girtîgehê, li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Giran doz hate vekirin. Piştî bûyerê der barê Kaffar de gelek cezayên din hene, ‘li dijî jinê gef’, ‘Heqaret’ 1 sal û 3 meh, ji cezayê birindarkirinê 1 sal û 6 meh ‘ ji şopandina bi israr’ 2 sal bi giştî 5 sal û 5 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji sûcê ‘bi zanabûn û pilankirî kuştin’ darazandina bersûc berdewam dike.  

Derbarê polîsan de lêkolîn

Li aliyê din parêzer Ensar Akturk bi hêceta ku di mirina jinê de îhmal heye, li Amirlika buroya Karabaglar ya têkoşîna li dijî di nava malbatê de tundîtûjî û amirliga buroya Bornova ya têkoşîna li dijî tundîtûjiya di nava malê der barê memuren erkdar de gilî kir. Serdozgeriya Îzmir û erkadarê gelemperî û buroya lêkolînên sûcên giştî, der barê polîsan de lêkolîn hate destpêkirin. 

Bi hêceta ku ihmal heye der barê 12 polîsan de ji 3 mehan heta 1 sal ceza îdeaname hate amadekirin. Di îdeanameyê de di biryara tedbirê ku dayî de li rûxmê ku ji yekê zêdetir ihlal heye, cih hat dayîn ku polîsên memur erka xwe bi cih neaniye û yan jî direng nişandaye. Polîs mexdûryeta kesan ji ber ziyan dane gelemperî erka xwe ihmal kirine, hat zanîn ku  ew sûcên ku ketiye ser wan pêkaniye.